Li Rûsyayê pîrozbahiyên Newrozê
Kurdên ku li deverên cuda yên Rûsyayê dijîn bi merasîmekê Newroz pîroz kirin.
Kurdên ku li deverên cuda yên Rûsyayê dijîn bi merasîmekê Newroz pîroz kirin.
Kurdên ku li Kurdistan û çar aliyên cîhanê dijîn, her sal bi coşeke mezin li benda cejna Newrozê ne. Kurdistaniyên li bajarê Mîçûrînsk a eyaleta Tambov a Rûsyayê dijîn jî bi coş û kelecaneke mezin beşdarî pîrozbahiyên Newrozê bûn.
Di destpêka pîrozbahiyê de endama TJKN’ê Fatma Arîn têkildarê Cejna Newrozê ya Gelê Kurd û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan axaftinek kir. Arîn di berdewamiya axaftina xwe de diyar kir ku pîrozbahiya Newrozê wê bibe roja azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û gelê Kurd. Arîn her wiha da zanîn tecrîda ku dewleta Tirk a faşîst li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ferz kiriye nayê qebûl kirin û tekez kir ku îdiayên di derheqê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalana de li ser medyayên dîjîtal hatine belav kirin berdewamiya komploya navneteweyî ye ku di 1998’an de destpê kiriye û divê Rêberê Gelê Kurd di zûtirîn dem de bi parêzer û malbata wî re hevdîtinê pêk bîne.
Fatma Arîn di beşek din a axaftina xwe de got ku armanca van nûçeyan ew bû ku dilgermiya pîrozbahiya Newrozê ya gelê Kurd provoke bikin û nûçeyên wiha li dijî Tevgera Azadiya Kurd hatine çêkirin. Endama TJKN’ê diyar kir, “Tekoşîna Gelê Kurd a ji bo Tevgera Azadiyê polîtîkayên bi vî rengî pûç kiriye û vê ji vir û şûnda jî pûç bike. berxwedana Garê bersiva êrîşên bi vî rengî ye, Arîn diyar kir ku wê hemû êrîşên li dijî Rojava, Başûr û Bakure Kurdistanê têk biçin. Êrîşên dewleta Tirk a faşîst ya li dijî HDP’ê, parlamenterên Kurd, saziyên siyasî û sivîl ên Kurd di çarçoveya konseptekê de hatine pêkanîn û wê gelê Kurd bi pîrozbahiyên Newrozê van êrîşan pûç bike.”
Arîn qala girîngiya pîrozbahiya Newroza îsal kir û wiha pêde çû: “Weke ku mîna bi hezaran sal berê agirê azadiyê bû, agirê Newroza niha jî heman agirê azadiyê ye.” Arîn di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku heya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azad bibe wê têkoşîna xwe mezin bikin û bidomînin.
Hunermendên herêmî Mamed Ûsenov, Zînê Ferman, hunermendê mêhvan yê ji Stavrapol Berzo û ji Kurdistanê jî Denîz Esmer bi stran û muzîka xwe ya di konsera ku li mala çanda Mîçûrînsk hate lidarxistin de gel coşandin. Koma govenda herêmî ya Barîn li ser dikê govend gerandin. Konser bi govend û dirûşmeyan heya saetên dereng berdewam kir.