Li Toulouse konferansa Kobanê

Li bajarê Toulouse yê Fransa 18 rêxistinên Kolektîfa Piştevaniya bi Kobanê re paneleke bi mijara Kobanê li dar xistin.

Li bajarê Toulouse yê Fransa 18 rêxistinên Kolektîfa Piştevaniya bi Kobanê re ku di nav wan de Partiya Komunîst a Fransa, Partiya Antîkapîtalîst a Nû, Partiya Çep, Meşa Jinan a Cîhanê, Rêxistina Piştevaniya ji bo Mafên Jinan, Tevgera Aştiyê ya Cîhanê, sendîkaya Kar a Giştî heye paneleke bi mijara Kobanê li dar xistin.

Konferansa saet 17.00’an li salona Parc des Exposition Hall 8 a Toulouse destpê kir atolyeyên bi navê Dîrok û çanda berxwedanê ya Kurdistan, Rojava, destûra bingehîn û têkoşîna jinan pêk hatin.

Paşê rûniştina konferansê destpê kir. Di konferansê de serokê Komeleya France-Kurdistan Silvie Jan, ji Partiya Komunîst a Fransa Danielle la Boy, li ser navê sendîkayên pêkhateya kolektîf ji Sendîkaya Xebatê ya Giştî Louise Martînez, li ser navê Eniya Çep Alain Billon, ji Meşa Jinan a Cîhanê Marie-Therese Martinelli, ji Partiya Antîkapîtalîst a Nû û namzetê berê yê serokkomariyê Olivier Besancenot, li ser navê Tevgera Aştiyê Christine Rosemberg, li ser navê Tevgera Bi Hev re Myriam Martin, li ser navê YNK’ê Hama Osman, ji nûnerên HDP’ê yê Ewropa Faruk Dorû, ji KCD’ê siyasetmedarê Kurd Cûma Tak gotarek pêşkêş kirin.

 JAN: PKK TEVGERA AZADIYÊ YA GELÊ KURD E

Seroka Komeleya France-Kurdistan Silvie Jan di axaftina xwe de got, “Sakîne, Fîdan û Leyla di dilê me de ne, em soz didin ku vê komkujiya tarî ronî bikin û berpirsyaran derxin pêşberî edaletê.” Jan diyar kir ku PKK ne rêxistineke  “teror”ê ye, tevgera azadiyê ya gelê Kurd e.

LA BOY: YPG Û YPJ’Ê CAREKE DIN NÎŞAN DA KU WÊ MIROVATÎ QEZENC BIKE

Ji Partiya Komunîst a Fransa Danielle La Boy jî wiha axivî: “Piştî serketina Kobanê ji ber li vir li cem we me rûmeteke mezin e. Ez ji vir li gel we tevayî hêzên YPG û YPJ’ê yên careke din nîşan dan ku wê timî azadî, demokrasî û mafê mirovan qezenc bike spas dikim. Divê dewleta Tirk ji Kobanê korîdora mirovatiyê veke û hikûmeta Fransa jî li Sûriyeyê li rex Kurdan li gel vê têkoşîna azadî û demokrasiyê cih bigire û piştgiriya lojîstîk bike.”

 MARTÎNEZ: JI BO JI NÛ VE AVAKIRINA KOBANÊ PÊWÎST E HER KES PIŞTGIRIYÊ BIKE

Li ser navê sendîkayên pêkhateya kolektîf jî Nûnera Haûte Garonne ya Sendîkaya Kar a Giştî Louîse Martînez axaftinek kir. Martînez got ku ji bo ji nû ve avakirina Kobanê ya sembola azadiyê divê her kes di nav piştevaniyê de be û her kes destê xwe bixe bin kevir.

BÎLLON: JI BO JINÛVE AVAKIRINA KOBANÊ DIVÊ XEBAT BÊN DESTPÊKIRIN

Alaîn Bîllon ku li ser navê Eniya Çep axivî diyar kir ku tevlîbûna vê konferansê, bûyîna dengê şervanên azadî û demokrasiyê yê li Ewropayê deynekî rûmetê ye. Bîllon wiha dewam kir, “Divê ji bo jinûve avakirina Kobanê xebat bên destpêkirin û em piştevaniya enternasyonalîst nîşan bidin. Ez ji vir êrîşa li hember Sakîne, Fîdan, Leyla û Charlie Hebdo şermezar dikim, ji bo li cîhana me komkujiyeke wiha careke din rû nede ez bang li her kesî dikim di bin roniya rêgezên azadî û demokrasiyê de têkoşînê bikin.”

Nûnera Meşa Jinan a Cîhanê  Marie-Therese Martinelli jî di destpêka axaftina xwe de got, “Sê jinên şoreşger ên Kurd, Sakîne, Fîdan û Leyla yên berî niha bi du salan li Parîsê hatin qetilkirin ligel azadiya gelê Kurd bûn parêzvanên heq û azadiyê yên jinan.” Martinellî got ku dixwazin komkujiya Parîsê bê ronîkirin û wiha dawî li axaftina xwe anî:

“Em ê meşa jinan a cîhanê ya her sal em pêk tînin, li Kurdistanê li sînorê Kobanê bi silavkirina jinên Kobanê destpê bikin. 6’ê Adarê em ê ji Pirsûsê destpê bikin û 8’ê Adarê em ê li Amedê bin. Em bang li tevayî jinan û rêxistinên jinan dikin ku tevlî vê meşê bibin.”

BESANCENOT: PKK SEMBOLA AZADÎ Û DEMOKRASIYÊ YE

Ji Partiya Antîkapîtalîst a Nû, namzetê berê yê serokkomariyê Olivier Besancenot got, “PKK ti carî nebû rêxistineke terorê û nabe jî. PKK sembola azadî û demokrasiyê ya gelê Kurd û Rojhilata Navîn e.”

Christine Rosemberg a li ser navê Tevgera Aştiyê axivî got ku Kurd ne tenê ji bo azadiya xwe ji bo azadiya gelên Rojhilata Navîn têdikoşin.

Myriam Martin a ji Tevgera Bi Hev re kesên li Kobanê ji bo azadiyê têdikoşin silav kir, diyar kir divê dewleta Tirk ji bo Kobanê korîdora mirovî veke û di serî de ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo tevayî girtiyên siyasî daxwaza azadiyê kir.

Hama Osman ê li ser navê YNK’ê axivî got ku di pêvajoyeke pir zehmet re derbas dibin, tiştên li Kobanê û Şengalê rû didin ji bo yekîtiya têkoşîna gelê Kurd bê çiqasî girîng e nîşan daye.

DORU: JI BO EM DENGÊ YÊN DIN BIDIN BIHÎSTIN EM DENGÊN XWE BIDIN HDP’Ê

Ji nûnerên HDP’ê yê Ewropayê Farûk Dorû jî got ku tevayî hêzên alîgirên azadî û demokrasiyê, tevayî hêzên çep û sosyalîst ji bo ji paşverûtiya AKP’ê re bêjin raweste û dengê bindest û yên din hê zêdetir qîr bikin deng bidin HDP’ê.

Nûnerê KCD’ê Cûma Tak jî got ku gelê Kurd tevahiya dîrokê timî li ber xwe daye û ji bo azadiya xwe şer kiriye. Tak anî ziman ku berxwedana gelê Kurd a li Kobanê nîşan daye ku wê qet destûr ji zalim û zilmê re neyê dayîn.

Tak got, “PKK ne tenê partiyeke Kurd e. PKK partiyeke sosyalîst e. PKK tevgera azadiyê ya jinan e. Têkoşîna jina Kurd a li Kobanê li hember paşverûtiya feodal nîşan da ji bo tevayî Rojhilata Navîn dersa mirovatiyê ye.”

Li gel vê di konferansê de Komîteya Agahî Zanînê ya HDP’ê ya Toulouse, têkildarî xebatên hilbijartinê ji bo agahiyan bide û qeydên derveyî welêt stand vekir.

Di konferansê de ku mutfeqa Kurd jî hat nasandin, di beşa çandê de Hozan Çetîn û Hozan Alî cih girtin. Konferans bi govendê dawî bû.