Rojnamegera Hollandî Frederîke Geerdînk li Amedê dijî û meha buhrî ji ber nivîsên ku di çapemeniya civakî de nivîs û ji ber hinek nûçeyan hat binçavkirin, di 8’ê Nîsanê de bi sûcdariya ku ‘propagandaya rêxistinê kiriye’ wê derkereve pêşberî dadger. Sûcê wî jî ev e ku li ser Facebookê wêne nûçe weşandiye. Geerdînk da zanîn ku wî ti wate nedaye doza ku lê hatiye vekirin. Geerdînk der barê pêvajoya çareseriyê, bicihbûna xwe ya Tirkiyeyê û tiştên jiyana vegot.
Geerdînk got ku dema li Hollandayê dima agahiya wî ji pirsgirêka Kurd û jiyana Tirkiyeyê tinebû û di 2006’an de hatiye Stenbolê û cara yekem jî di 2012’an de hatiye Amedê û ev 3 sal e li Amedê ye.
Gerrdînk got: “Ez cara yekem di 2003’an de hatim Tirkiyeyê. Ez pir dereng hatim Tirkiyeyê. Xwezî zû bihatama. Ez li Amed, Stenbolê mam. Ez li gundê Roboskî ligel Kurdan mam. Min Kurd ji nêz ve nas kirin. Min li ser Kurdan û Roboskî xebat meşand. Min xwest ez li ser Kurdan binivîsim û ji ber vê yekê jî ez neçar bûm ligel Kurdan bijiyama. Niha tenê ez wek rojnamegerê biyanî li vir im. Ez ji Hollandayê me. Bi giştî ez ji bo çapemeniya Hollandayê dixebitim. Di heman demê de min xwest ez Îngîlîzî jî binivisim. Li Stenbolê gelek rojnamegerên Îngîlîz û Amerîkayî hene. Li vir kes tine.
EZ NE PROPAGANDAYÊ ROJNAMEGERIYê DIKIM
Geerdînk got ku ew li Amedê ti pirsgirêkê najî û mehek berê bi dewletê re pirsgirêk jiyaye û got: “Min li ser facebook û twîtterê hinek nivîs parve kirin. Min qunçiknivîsên xwe parve kir. Salek berê min ji bo ‘dîken’ nivîsî. Belkî ji vê hez nakin. Min berê li Hollandayê dinivîsi. Kes ji xwe vî zimanî fêm nake. Ji ber vê ne girîng e. Min bi Îngîlîzî jî dinivîsî. Lê niha ez bi Tirkî parve dikim. Dibe ku vê naxwazin. Belkî jî nivîsên min ên ‘dîken’ hincet nîşan dane. Bêguman nêrînên min hene. Ez vê dinivîsim, lê baldar. Lê çend hevokan digirin, dikin dosyayê. Ez tevlî merasîma vekirina gora PKK’ê ya li Licê bûm ev jî kirin ‘propaganda’. Li sînorê Kobanê çend ciwan hebûn, rûyê wan girtî, ala PKK û Ocalan hebû. Min ev al nekişand, tenê wêne kişand û parve kir, ez bi cendermeyan re axivîm, min ew kişandin. Min her du alî jî parve kir. Lê di dosyayê de tenê al û wêne hene. Ez wek rojnameger dikarim vê alê parve bikim.”
EZ JI ALIYÊ KURDAN VE BI ŞENS IM
Rojnameger Geerdînk diyar kir ku li mala xwe ya li Amedê hatiye binçavkirin û heman rojê Wezîrê Karê Derve yê Hollandayê jî li Enqereyê bûye, ev bûyer di carekê de li çapemeniyê belav bûye û got: “Kurd her roj tên girtin, kes tiştekî nizane. Dema ez hatim binçavkirin hemû cîhanê piştgirî da min. Neheqî li Kurdan tê kirin. Çapemeniya navneteweyî li min geriya. Ez her tim dibêjim, ev tişta hatiye serê min her roj tê serê Kurdan. Divê ev bê zanîn.”
EZ BI BALDARÎ DINIVÎSIM
Geerdînk anî ziman ku rûniştina doza wî di 8’ê Nîsanê de û got: “Ez nizanim wê encam çi be. Ji ber nivîsên min spekulasyon tên kirin. Nivîskarên alîgir yên weke Akîf Bekî min hedef nîşan didin. Di nivîsên xwe de gotin ku ger li Ewropayê ez der barê DAIŞ’ê de binisivim ez ê bêm binçavkirin. Tirkên li Hollandayê jî vê dinivîsin. Lê ne rast e. Ger ez li Elmanyayê bixebitîma, min ê der barê PEGÎDA de binivîsanda. Ev jî nayê wateya ku ez piştgiriyê didim PEGÎDA’yê. Li Ewropayê der barê DAIŞ’ê de pir tê nivîsandin. Ez wek rojnamegera pîşeya xwe pir cidî dibînim. Ji ber vê ez baldar dinivîsim.”
TIŞTÊN KURD DIXWAZIN
Geerdînk got: “Tiştên ku niha Kurd dixwazin tiştên di hiqûqa navneteweyî de ne. Mafê xweseriyê ye. Daxwaza ziman e. Dixwazin qedera xwe bi xwe tayîn bikin. Mafê Kurdan heye. Ev tiştekî hêsan e. Ez piştgiriyê didim Kurdan. Nasname tiştekî girîng e. Mafê Kurdan heye.”
DU KESÊN BI HÊZ HENE
Geerdînk anî ziman ku niha pêvajoya çareseriyê ye, hêviya çareseriyê niha zêdetire, lê dewletê heta niha ti gav navêtiye û got: “Pêvajoya aştiyê baş naçe. Divê niyet cidî be, gavên cidî bên avêtin. Dibêjin her tişt baş dimeşe. Lê ev 2-3 sal çêbû. Kes êdî bi vê bawer nake. Divê gav bê avêtin. Ger hikûmet gavê biavêje destê Ocalan bihêz dibe. Ev ji bo aştiyê baş e. Du kesên bihêz hene. Ocalan û Erdogan. Yek qels bimîne aştî ne pêkan e. “
EZ NE ŞER, DIXWAZIM AŞTIYÊ BINIVISIM
Geerdînk bi lêv kir ku ew texmîn nake ku agirbest heta kengî bidome û lê ew bawer dike ku wê aştî pêk bê û got: “Ez naxwazim der barê şer de binivîsim. Ez dixwazim der barê aştiyê de binivîsim.
DIXWAZIM BI OCALAN Û ERDOGAN RE ROPORTAJÊ BIKIM
Geerdînk di dawiya axaftina xwe de got ku ew dixwaze di mijara Kurd de bi Serokkomar Erdogan û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de re roportajê bike.