Armanca HDP'ê li Elmanyayê bidestxistina 200 hezar dengî ye!

HDP'ê li Elmanyayê, ku welatê Ewropayê yê herî zêde Kurd lê dijîn e, bi navendên hilbijartinê re lez da xebatên xwe. Hevseroka NAV-DEM'ê Dîlek Satilmiş diyar kir, ku armanca wan bidestxistina 200 hezar dengî ye.

HDP, mîna li Tirkiye û Kurdistanê li Ewropayê jî xebatên xwe yên hilbijartinê bi tempoyeke xurt dimeşîne. Li Elmanyayê, ku welatê Ewropayê yê herî zêde Kurd lê dijîn e, HDP bi navendên hilbijartinê re lez da xebatên xwe. Hevseroka NAV-DEM'ê Dîlek Satilmiş diyar kir, ku armanca wan bidestxistina 200 hezar dengî ye.

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), li dû avakirina Koordînasyona Hilbijartinên ya Ewropayê, di serî de li Elmanyayê lez da xebatên xwe yên hilbijartinê yên li welatên weke Fransa, Belçîka, Îngilîstan, Hollanda û Swîsreyê. Bi komîsyon û buroyên hilbijartinê re qeyda hilbijêran tê kirin û der barê kar û barê pêwîst de agahî tên dayîn. Hevseroka NAV-DEM'ê Dîlek Satilmişt a bi awayekî aktîf di Koordînasyona Hibijartinê ya li Elmanya de cih digire, bang li her kesî kir ku destek û dengê xwe bidin HDP'ê. Dîlek destnîşan kir, ku armanca wan a li Elmanyayê bi destxistina 200 hezar dengî ye.

LI ELMANYAYÊ JI 4 NAVENDAN TÊ KOORDÎNEKIRIN

Hevseroka NAV-DEM'ê Dîlek Satilmiş der barê xebatên hilbijartinê yên li Elmanya de agahî da ANF'ê û diyar kir ku xebatên hilbijartinê yên li vî welatî ji aliyê koordînasyona ji 42 saziyan ve pêk tê û bi sedan komîsyonên ser bi vê koordînasyonê ve tên meşandin. Satilmiş got, "Xebat li Elmanyayê li 4 navendan tê kontrolkirin. Ji navendên Munchen, NRW, Berlîn û Frankfûrtê tê meşandin. Ji aliyê 42 rêxistinên girseyî yên demokratîk, partî û saziyan ve xebatên hilbijartinê tên meşandin. Ji bilî vê komele, komên mûxalîf, rewşenbîr, kesayet hene. Mînak; di platforma hilbijartinê ya li Berlînê de 150 xebatkar hene. Di nava van de gelek û mûxalîf û kesayet hene."

Hevseroka NAV-DEM'ê Dîlek Satilmiş ragihand ku li navendên agahdarkirinê jî ew agahiyên li ser qeydkirina hilbijêran didin û ji hilbijêran xwest, ku der heqê pirsgirêkên teknîkî de serî li ekîbên wan ên li navendên hilbijartinê bidin.

ARMANC BI DESTXISTINA 200 HEZAR DENGÎ YE

Satilmiş bal kişand ser eleqeya li Elmanya ji HDP'ê re tê nîşandan û got, "Em dixwazin ji gelemperiya Ewropayê 400 hezar, ji Elmanyayê jî 200 hezar dengî derxînin. Ji bo vê jî girîng e hemû beşên civakê bixebitin. Di serî de Elewî, Misilman, Êzidî divê hemû komele û saziyên cuda di nava kar de cih bigirin. Bi vî rengî girîng e em ji bo xwegihandina armanca xwe têbikoş in. Heta 27'ê Adarê divê em qeyda xwe ya hilbijartinê çê bikin. Eger em vê nekin, em ê nikaribin di dengê xwe bikar bînin."

RÊ Û RÊBAZÊN BIKARANÎNA DENGAN

Ji bo bikaranîna dengan, divê hilbijêr li lîsteya hilbijêran qeydkirî be. Lîsteya hilbijêran jî bi rêya înternetê dikare were kontrolkirin. Ji navnîşana "https://secmen.ysk.gov.tr/ysk/secmenBilgiYurtdisi.jsp" bi dayîna nûmara nasnameya xwe ya T.C.hebûn an jî nebûna navê hilbijêr dikare were pirsîn. 

Di lîsteya hilbijêran de eger ne qeydkirî be, divê hilbijêr di dema herî nêz de bi şexî biçe Konsolosiya Tirkiyeyê yan jî Nûneriya Derve ya Tirkiyeyê ya nêzî xwei "FORMA BEYANA NAVNÎŞANÊ" dagire û di berdêla îmzeyê de radest bike. "Forma Beyana Navnîşanê" li gel konsolosiyan ji navnedên têkiliya hilbijartinê yên HDP'ê û komeleyên li bajaran ên destekê didin HDP'ê jî dikarin werin peydakirin.

Eger nav li lîsteya hilbijêran qeydkirî be, hingî ji bo bikaranîna dengan nasname ya ji nûmaraya nasnameyê divê. Di vê nasnameyê re hilbijêr dikarin serî li Konsolosiya Tirk a herî nêzî xwe bide û di dema destnîşankirî de dengê xwe bikar bîne.

DEMA BIKARANÎNA DENGAN

Dema bikaranîna dengan wê di 8'ê Gulana 2015'an de destpê bike, heta 31'ê Gulana 2015'an dewam bike. Lê belê rojên bikaranîna dengan li gorî welatan diguhere. Li hin welatên weke Elmanya, Fransa, Swîsreyê di nava 24 rojan de deng dikarin werin bikaranîn.

Navendên bikaranîna dengan jî wê di navbera saetên 10:00 -19:00 de vekirî be.

CIHÊ BIKARANÎNA DENGAN

ELMANYA

Di navbera 8-31'ê Gulanê de, 24 rojan wê hilbijêr li 13 Konsolosiyên Tirkiyeyê karibin dengê xwe bikar bînin:

Berlîn, Stuttgart, Frankfurt, Dusseldorf, Koln, Essen, Munchen, Munster, Hannover, Karlsruhe, Hamburg, Nurnberg, Mainz.

FRANSA

Di navbera 8-31'ê Gulanê de, 24 saetan wê li 6 Serkolonsiyan deng karibin werin bikaranîn:

Parîs, Strasbourg, Lyon, Marsilya, Nantes, Bordeaux,

SWÎSRE

Di navbera 8-31'ê Gulanê de, 24 saetan wê li Sefaretxaneya Bilind a Bernê û Serkonsoloiyên Zurich û Cenevreyê deng karibin bên bikaranîn.

ÎNGILÎSTAN

Di navbera 8-31'ê Gulanê de, 24 saetan wê li avahiyeke ji aliyê Serkonsoliya Tirkiyeyê ya Londonê ve were kirêkirin, deng were bikaranîn. Navnîşana avahiyê wê piştre bê aşkerakirin.

ÎRLANDA

Di 31'ê Gulanê de wê li Sefaretxaneya Bilind a li Dûblînê deng bê bikaranîn.

AWÛSTÛRYA

Di navbera 8-31'ê Gulanê de, 24 saetan wê li Serkonsolosiyên Viyana, Salzburg û Bregenzê deng werin bikaranîn.

HOLLANDA

Wê di 29, 30 û 31 Gulanê de li Serkonsolosiyên Rotterdam û Devnterê deng werin bikaranîn.

BELÇÎKA

Di navbera 8-31'ê Gulanê de, 24 saetan wê li Serkonsolosiyên Anvers û Brukselê deng werin bikaranîn.

DANÎMARKA

Di navbera 8-31'ê Gulanê de, 24 saetan wê li Sefaretxaneya Bilind a li Kopenhagenê deng bê bikaranîn.

FÎNLANDIYA

Di 31'ê Gulanê de wê li avahiyek ji aliyê Sefaretxaneya Bilind a li Helsînkî ve were kirêkirin, deng karibe bê bikaranîn. Navnîşan wê piştre ji aliyê Sefaretxaneya Bilind ve bê aşkerakirin.

ÎTALYA

Di 29-30-31'ê Gulanê de wê li Sefaretxaneya Bilind a li Roma û Serkonsolosiya li Mîlanoyê deng werin bikaranîn.

NORWÊC

Di 22-31'ê Gulanê de wê 10 rojan li Sefaretxaneya Bilind a li Osloyê deng bê bikaranîn.

YEWNANÎSTANÊ

Wê di 30-31'ê Gulanê de li Serkonsolosiyên Atîna-Pire Selanik û Rodosve Gümülcine deng bên bikaranîn.

Mîna her hibijartinê di vê hilbijartinê de jî wê li deriyên gumrukê jî deng karibin bên bikaranîn.

Her wiha penaberên xwedî nasnameya ji nûmaraya nasnameya T.C. dikarin dengê bikar bînin.