Êrîşên DAIŞ’ê di rojeva parlamenta Swêdê de ye
Êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên li hemberî gundên Asûrî, di rojeva meclîsa Swêdê ya ku nêzî 100 hezar Asûrî-Suryanî lê dijîn de ye.
Êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên li hemberî gundên Asûrî, di rojeva meclîsa Swêdê ya ku nêzî 100 hezar Asûrî-Suryanî lê dijîn de ye.
Êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên li hemberî gundên Asûrî, di rojeva meclîsa Swêdê ya ku nêzî 100 hezar Asûrî-Suryanî lê dijîn de ye. Di çapemeniya Swêdê de hat diyarkirin ku koma penaberan a herî zêde entegreyî Swêdê bûne Asûrî-Suryanî ne û divê Swêd li dijî komkujiyê bibe xwedî helwest. Parlamenterê Xiristiyan Robert Halef mijar bi pêşnûmepirsekê bir rojeva Parlamentoya Swêdê.
Halef anî ziman ku ew ji rewşa Xiristiyanên li Sûriye û Iraqê gelek bi fikarin, Asûrî-Suryanî-Keldanî wek Kurdan di bin tehdîdê ne û bi lêv kir ku ev gel li welatê xwe beyî mafên xwe dijîn û ji ber baweriya xwe jî rastî zext û komkujiyan tên.
Halef ji komkujiyên hov ên DAIŞ’ê mînak da û got: “Ti kes nekare van ji nedîtî ve bê. Behsa mirovahiyê û piştevaniyê tê kirin. Niha divê em vê di pratîkê de bibînin, em qirkirinê bidin sekinandin.”
Halef der barê kesên hatin qetilkirin û revandin de daneyên şênber dan û got ku divê Neteweyên Yekbûyî, Yekîtiya Ewropayê û Yekîtiya Ereban komkujiyê şermezar bikin û ji bo Asûriyên ji aliyê DAIŞ’ê ve hatine revandin û birine Katarê, jî zext bên kirin.
Halef anî ziman ku divê ji bo alîkariya mirovahî korîdor bê vekirin.
PARTIYA NÎJADPEREST JI HELWESTA TIRKIYEYÊ NEREHETE
Têkiliya dewleta Tirk a bi çeteyên DAIŞ’ê re demokratên Swêdê jî nerehet dike. Parlamenter Markus Wîechel di pêşnûmepirsa ku da parlamentoyê de got ku hemû kesên tevlî DAIŞ’ê dibin ji ser welatê Tirkiyeyê derbas dibin û Tirkiye welatê transît e. Wîechel got ku bila Swêdê zextê li Tirkiyeyê bike ku sînoran bigire.
WEZÎRÊ KARÊN DERVE YÊ SWÊDÊ: YÊN LI SÛRIYE Û IRAQÊ PÊK HATINE QIRKIRIN E
Wezîrê Karên Derve yê Swêdê Margot Wallstrom ku berê komkuijyên li Iraq û Sûriyeyê wek komkujî bi nav nedikir, rojek berê di bernameya radyoyê de anî ziman ku Asûrî-Suryanî û Êzidiyên li herêmê rastî qirkirinê hatine.
HIKÛMETA SWÊDÊ DAIŞ ŞERMERZAR KIR
Wezareta Karên Derve ya Swêdê daxuyaniyek nivîskî da û got ku li Sûriye û Iraqê geşedanên awarte tên jiyîn û revandina bi sedan Suryaniyên ku ji aliyê DAIŞ’ê ve şermezar kir.