Bi armanca destekkirina HDP'ê di hilbijartinên giştî yên 7'ê Hezîranê de li bajarê Kîel ê eyaleta Schleswig Holstein û li bajarê Rostock ê eyaleta Mecklenburg-Vorpommern ên Elmanyayê komîsyon hatin avakirin.
Li Kîelê, di civîna li Mega Saray de ku ESP û Komeleya Elewiyan jî lê bûn, komîsyona ji 22 kesan a hilbijartinê hat avakirin.
'EM SERKETINA KOBANÊ BI HILWEŞANDINA BENDÊ RE TACÎDAR BIKIN'
Di axaftina li ser navê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk de, bûyerên dawî yên siyasî bi kurtasî hatin nirxandin. Di civînê de banga "Em serketina Kobanê, di hilbijartinên 7'ê Hezîranê de bi serketina siyasî ya hilweşandina benda ji sedî dehan re tacîdar bikin" hat kirin û hat gotin, "Divê Kurd û dostên wan, ji bo pênc hezar hilbijêrên li vê herêmê weke hedef danîne pêşiya xwe di mijara dengdayînê de werin agahdarkirin, bi berpirsyarî tevbigerin."
Di civînê de biryar hat dayîn ku komîsyonên hilbijartinê hefteyê rojekê li hev bicivin û xebatên xwe binirxînin.
Di nava hefteyekê de wê li bajarê Lubeckê jî komîsyona hilbijartinê dest bi xebatên xwe bike.