NAV-DEM'ê ji ber ‘qedexeya PKK’ê’ nerazîbûn nîşanî Keskan û SPD da

Hevseroka NAV-DEM’ê Koç li hember SPD û Keskan ku di Parlamentoya Elmanya ya Federal de xwestin qedexeya li hember PKK’ê berdewam bike nerazîbûn nîşan da.

Hevseroka NAV-DEM’ê Koç li hember SPD û Keskan ku di Parlamentoya Elmanya ya Federal de xwestin qedexeya li hember PKK’ê berdewam bike nerazîbûn nîşan da. Koç got ku dema yek bi yek bi parlamenterên SPD, Kesk û CDU re hevdîtin pêk anîn digotin divê qedexeya li dijî PKK’ê rabe.

 Hevseroka NAV-DEM’ê Yuksel Koç, di daxuyaniya ku da ANF'ê de got ku helwesta SPD û KESKAN durûtî ye û nerazîbûneke tund nîşan da.

Koç anî ziman ku nêzîkatiyên nûnerên SPD û Partiya Keskan samimî nedîtiye, ev helwest bi armanca arastekirina raya giştî û siyaseteke bi zanebûn e.

Koç got ku dema yek bi yek bi parlamenterên SPD, Kesk û CDU re hevdîtin pêk anîn digotin divê qedexeya li dijî PKK’ê rabe, lê di parlamentoyê de wek egera polîtîkaya dewletê nêz bûne.