Nivîskar-lêkolînerê Kurd Şoreş Reşî ku bi salan cînayeta Olof Palme lêkolîn kir û der barê mijarê de pirtûk nivîsand, diyar kir ku dewleta Swêdê bi zanebûn hewl daye ku cînayeta Palme biavêje ser milê tevgera azadiya Kurd û zerarên mezin dane gelê Kurd. Reşî got ku ev jî rê li ber komkujiyên li dijî gelê Kurd pêk tên ji nedîtî ve tê û heta di cih de dibîne û got, "Divê Swêd ji Kurdan lêborînê xwe bixwaze û piştgiriyê bide Têkoşîna Azadiya Kurd û deynê xwe bide."
Serokwezîrê Swêdê Olof Palme di 28’ê Sibata 1986’an de li cadeya herî qerebalix a Stokcholmê di encama êrîşa çekdarî de jiyana xwe ji dest da. Ligel ku 29 sal derbas bû jî hê cînayet ronî nebûye.
Polîsê Swêdê ne ji bo ku kujeran bibîne, ji bo ku veşêre û raya giştî û cîhanê bixapîne her tişt kir. Piştî qetikirina Palme şefê polîsan yê bi nêzîkatiya xwe ya CIA’yê tê zanîn Hans Holmer beyî delîlek şênber nîşan bide got ku PKK’ê ev qetilkirin pêk aniye. Piştî ku kesî bi vê bawer nekir, bûyer xistin ser milê Chrîster Petersson yê ku tiryak bikar dianî. Lê darazê got ku delîlek baş tine û Peterson beraet kir.
Rêxistinên şoreşger û partiyên demokrat ji serî de li dijî derketin ku çima bûyerê dikin ser PKK’ê. Hat gotin ku Palme bi hevkariya rejîma Başûrê Afrîkayê ya nîjadperest, CIA û Gladoyoyê ve hatiye qetilkirin. Pirtûk û gotar nivîsin. Yek ji wan jî nivîskar lêkolîner Şoreş Reşî bû. Me bi Reşî re gotarek pêk anî.
Di ser qetilkirina Palme re 29 sal derbas bû. Hûn nedîtina kujeran çawa dinirxînin?
Palme di 28’ê sibata 1986’an de dema bi hevsera xwe re ji sînemayê diçû malê bi çekek taybet hat qetilkirin. 29 sal derbas bû û ez ne bawer im ku kujer bên dîtin.
We got ‘tabancayek taybet’ û ‘kujer nayên dîtin’?
Hesab kirine ku Palme elekê pola li xwe kiriye. Ji ber çekek bi hêz a Smith&Wesson 357 tercih kirine. Li gorî polîsan lêdaneke profesyonel e. Ev rast e. Pispor dibêjin kes bi vî awayî nekare xelas biben. Sedema hilbijartina vê çekê ev e ku kes neyê rizgarkirin. Plankirina kuştina Palme ne karê mehek û salekê ye. Bi salan berê hatiye plankirin. Ji bo ronîkirina vê bûyerê divê li cîhanê şoreş pêk bê. Yanî aliyê vê yê navneteweyî heye. Ez vekirî bêjim hêza dewleta Swêdê têr nake ku vê derxe holê.
Serokwezîrek çawa parêzvan naxwaze?
Olof Palme kesekî ji gel bû, xwe ji gel cuda nedidît. Dixwest di nava gel de bigere, di metroyê de seyahat dikir, ji xwezabûnê hez dikir, ev bê navber dikir. Wê şevê jî bi hevsera xwe re çibû sînemayê.
Hûn dikarin behsa amadekarî û planan bikin?
Ev pêvajoyek dirêj e. Palme şefê polîsên Swêdê H. Holmer (SPO) ku kampanyaya reşkirina Kurdan dimeşand, ji bo ku nava îstîxbaratê paqij bike û têkiliyê bi CIA’yê re bibire anî serî. Lê Holmer ji CIA’yê re dixebitî. Peywirên ku Palme dida nedikir.
Der barê têkoşîn azadiya Kurd de her tim ji CIA, MÎT û îstîxbaratên Elman agahî digirt. Halmer dijminê Kurdan bû û Kurd wek terorîst îlan dikir. Ji bo Kurdan reş bike xebata dimeşand. Di qeydên fermî de tê xuyakirin ku SPO tevgera Kurd wek terorîst îlan dikir û di serî de li dijî Palme û rayedarên dewletê planên mîsîleyê xistine dewrê. Her çiqas van bûyeran ji rêzê nîşan bidin jî çavkaniya wê CIA, BND û MÎT e. Îstîxbaratê bi gelek derewan bi destê dostê Kurdan Palme PKK di 10’ê Kanûna 1948’an de wek terorîst îlan kir. Bi zorê bi Palme ev dan kirin. Sala ku Palme hat kuştin jî ronamegeran Kurd reş kirin.
We behsa mekanîzmayên amade kir, hûn bi vê çi dibêjin?
Demek berê min got, mekanîzma û organîzasyona ku hatiye plankirin bi salan berê hatiye plankirin. Ez vê bêjim, gelê Swêdê derveyê devreyê hat hiştin, kuştina Palme zerarek mezin da doza Kurd. Sempatiya raya giştî ya cîhanê a li dijî gelê Kurd daket sifirê. Di vî alî de komkujiyên li Kurdan hat kirin di cih de hatin dîtin û ji nedîtî ve hatin dîtin. Kurd rastî pêkanînan hatin. Bi hezaran gundên Kurdan hatin şewitandin, bi mîlyonan Kurd sirgûn bûn û cînayetên kiryar nediyar hatin jiyîn. Lê cîhanê temaşe kir.
Gelo çima xwestin Palme ku lîderekî wisa dihat hezkirin bikujin?
Ji bo kesên kuştine gelek sedem hene, ger mirov rêz bikin;
Palme dixwest dewleta kûr a di SAPO de belav bike û têkiliya wê bi CIA re bibire.
Piştî DYA’yê di 1967’an de Vîetnam dagir kir, Palem û Sefaretxaneya Vîetnam a Swêdê li Stockholmê çalakiyek mezin a protestoyî pêk anî û li ser vê DYA’yê seferatxaneya xwe şûnde kişand.
Palme bi Kuba, Nîkaragua, Vîetnam, Angola û gelek delwetên dij-Amerîkayê re têkiliyên xwe pêş xist. Çû serdana wan. Lîderê Fîlîstînê Arafat dawet kir.
Ji bo rejîma nîjadperest a Başurê Afrîkayê ji holê rabe serî li her rêda.
Kursiya NY’ê ji bo neteweyên bindest wek mewziya parastinê bikar anî û welatên rojava bi tundî rexne kir.
Têkiliyên wî bi Sovyetan re hebû û welatên NATO’yê ji vê nerehet bûn.
Hewl dida li dijî paktên NATO û Warşovayê paktek ‘bê alî’ ava bike.
Ji bo çekên nukleer û kîmyewî yên cîhanê rabin dixebitî.
Hewl dida NY’ê ji kuklaya hinek dewletan derxe û gelek sedemên din hene.
Behsa şoreşa Afrîkaya Başûr hat kirin lê pêşveçûnek şênber çênebû? Hêza li pişt vê ev bû gelo?
Belê pêşketin çênebû. Ew yek ji agahiyên dezenformasyon bû. Hedef ev bû ku wan tevlihev bike û mijarê li demê belav bikin û bi ser ketin jî.
Madem hûn dibêjin ev dezenformasyone ev hêz kî ne?
Mesela esas ev e. Ev mesele wisa tevlihev bê xuyakirin jî hêza li pişt vê diyar e. Ger navê hinekan bê dayîn ya herî bi bandor WACL (Lîga Dij-Komunîst a Cîhanê) û EAP (Partiya Karkeran a Ewropayê). Bêguman divê li vê SAPO û rêxistinên di baskên leşkerî yên Swêdê de lê bên zêdekirin. Rola sereke ya aliyê Swêdê SAPO û kadroya kûr a di artêşa kûr de lîst. Bi hevkariya her duyan Palme hat kuştin. Der barê vê de bi dehan belge hebûn lê hemû hatin veşartin.
Mînak beriya kuştina Palme civinek pêk hat. Endamê lijneya rêveber WACL Luîs Antunes, lîderê EAP’ê Mîchel Erîcsson, kaptan Hans von Hofsten, nûnerê Skandînavyayê yê Unîta û rojeva hevpar ‘paqikirina Palme’ bû. Li Swêdê her kes vê dizane.
Beriya kuştina Palme li otela Sheraton, sixûrê CIA’yê Charles Morgon, lîderê bilind yê AEP’ê Jean Devalîer û Anders Lorsson civînek pêk anîn. Larsson yê rastgir bi Îngîlîzî li ser kaxizekê ‘di demek nêz de wê Palme di cehenemê de bimire’ dinivîse.
Ji bo Lejyonerê berê Îvan von Bîrchen beriya mirina Palme çend mîlyona dolar teklîf tê ku Palme bikuje.
Çima li dijî Palme dijminahî dihat kirin?
Çavkaniya esas a dijminahiyê îdeolojîk û derve bû. Hêza super a navneteweyî Palme li dij berjewendiyên xwe wek tehdîd didît.Sedemên vê jî min li jor anî ziman. Ji ber vê xwestin ji holê rabikin.
Hûn difikirin ku ev cînayet ronî bibe?
Na! Ev wek berevajîkirina cîhanê ye..Lê ev nayê vê wateyê ku kujer nayên zanîn! Hemû wek nav jî tên zanîn, lê dernakeve holê.
Di dawiyê de hûn dixwazin tiştekî lê zêde bikin?
Yên ku ev kar plankirin li dijî Kurdan deyndar in. Ji bo xwe li dijî Kurdan efû bikin yekane rê ev e ku ji bo çaresriya pirsgirêka Kurd bibin alîkar. Ev kêm be jî wê êşa Kurdan hêsan bike.Wê ji bo birînên wan bibin derman.