Zekaya sûnî: Kompîtura ku xwe bi xwe hîn dike hat hilberandin
Şîrketa DeepMînd a aîdî Googlê ye, zekayeke sûnî ya ku dikare bi xwe hîn bike û di hinek lîstikên vîdeoyê de dikare mirovan têk bibe hat pêşxistin.
Şîrketa DeepMînd a aîdî Googlê ye, zekayeke sûnî ya ku dikare bi xwe hîn bike û di hinek lîstikên vîdeoyê de dikare mirovan têk bibe hat pêşxistin.
Şîrketa DeepMînd ya aîdî Googlê ye, zekayeke sûnî ya ku dikare bi xwe hîn bike û di hinek lîstikên vîdeoyê de dikare mirovan têk bibe hat pêşxistin.
Li gorî agahiyên di kovara zanistî ya bi navê Nature ya der barê zekayê sûnî ya hatiye hilberandin de, cih girtiye ev performansa kompîturê di pêşerojê de di jiyana rojane de wê rêya çareseriya hinek karan bike. Lê di heman demê de bi kapasîteyên daneyê re wê pirsgirêkên tenduristî û demsalê jî tevlî bibin.
Yek ji damezrînerê şîrketa Deep Mînd Demîs Hassabîs li Londonê daxuyaniyek da çapemeniyê û got: “Cara yekem ji tecrubeyê rasterast hînkirin û piştre jî bi pîvanek mezin, pergaleke ku hînkirinê ya giştî ya xwedî taybetiyek mezin tê avakirin.”
Şîrketa îngîlîz DeepMînd di 2014’an de ji aliyê Googlê ya Amerîkayê ve hat kirîn û bi mekanîzmayên ku ji torên noron îlham girt, gelek teknîkên hînkirinê kirin yek û aliyên vê pergalê danîn holê.
Li gorî kovara Nature zekayê sûnî wek DQN yanî ‘deep-Q-network’ hat binavkirin û hat hînbûn ku bi tena serê xwe gelek lîstikên vîdeoyê ne. Wisa ye ku di gelek mijaran de mirov derbas kirine.