Cansû Ozdemîr ji bo hevserokatiya komê hat hilbijartin

Siyasetmedara Kurd Cansû Ozdemîr a cara duyemîn ket Parlamenta Eyaleta Hamburgê, ji bo Hevserokatiya Koma Partiya Çep hat hilbijartin.

Siyasetmedara Kurd Cansû Ozdemîr a cara duyemîn ket Parlamenta Eyaleta Hamburgê, ji bo Hevserokatiya Koma Partiya Çep hat hilbijartin.

Yekem civîna koma Partiya Çep duh êvarê pêk hat. Di hilbijartinên pêk hatin de siyasetmedara Kurd Cansû Ozdemîr ji bo Hevserokatiyê hat hilbijartin. Ji bo Ozdemîr 11 parlamenterî denga ‘erê’ duyan  biryara di navberê de û yek jî ‘na’ hat bikaranîn.  Di encama hilbijartinê de Cansû Ozdemîr û Sabîne Boeddînghaus ji bo hevserokatiyê hatin hilbijartin.

Cansû Ozdemîr di 1988’an de li Hamburgê hat dinê û di 2009’an de dibistan qedand.  Ozdemîr ku di 16 saliya xwe de bi awayekî aktîf bi polîtîkayê re eleqedar bû di rojnameya Yenî Ozgur Polîtîkayê de wek nûçegihan xebitî. Ozdemîr di xebatên komeleya jinan a Kurd a Hamburgê de xebitî û dema buhrî berdevka koma Partiya Çep bû.

Di 13’ê Sibata 2015’an de serdozgeriya Komarê hem ji bo Seroka Parlamentoya Eyaletê Carola Veît û hem jî ji bo parlamenter Cansû Ozdemîr teblîgat şand. Di teblîgatê de hatibû gotin ku der barê Cansû Ozdemîr de ji ber ku wêneyên parlamenterên Partiya Çep a flamaya PKK’ê hatiye kişandin di facebookê de weşandiye lêpirsîn hatiye destpêkirin.