Ji Dadgeha Destûra Bingehîn biryara Tûncel

Dadgeha Destûra Bingehîn, îtîraza Parlamentera Stenbolê ya HDP’ê Sebahat Tuncel a têkildarî doza ku bi îdîaya “endamtiya rêxistinê” 8 sal û 9 meh ceza lê hatibû birîn nirxand.

Dadgeha Destûra Bingehîn, îtîraza Parlamentera Stenbolê ya HDP’ê Sebahat Tuncel a têkildarî doza ku bi îdîaya “endamtiya rêxistinê” 8 sal û 9 meh ceza lê hatibû birîn nirxand. Dadgehê biryar da ku mafê Tûncel ê darizandinê hatiye binpêkirin.

Dadageha Destûra Bingehîn têkildarî îtîraza Parlamentera Stenbolê ya HDP’ê Sebahat Tuncel a der barê doza di sala 2006’an li Dadgeha Cezayê Giran a 10. a Stenbolê li hember Tûncel hatibû vekirin nirxand. Dadgehê biryar da ku mafê Tûncel ê darizandineke li gor usûlê û maqul hatiye binpêkirin.

Dadgehê ji bo binpêkirina maf ji holê rabe bi daxwaza ji nû ve darizandinê dosya şand dadgeha xwecihî.