Li Elmanyayê xebatên hilbijartinê dewam dikin
Bi armanca destekkirina HDP'ê û birêxistinkirina xebatên hilbijartinê li Frankfurtê civînek hat lidarxistin. Bi heman armancê li bajarên Freiburg û Stuttgartê jî civîn pêk hatin.
Bi armanca destekkirina HDP'ê û birêxistinkirina xebatên hilbijartinê li Frankfurtê civînek hat lidarxistin. Bi heman armancê li bajarên Freiburg û Stuttgartê jî civîn pêk hatin.
Bi armanca destekkirina HDP'ê û birêxistinkirina xebatên hilbijartinê li Frankfurtê civînek hat lidarxistin. Bi heman armancê li bajarên Freiburg û Stuttgartê jî civîn pêk hatin.
FRANKFURT
Tevî pêkhateyên NAV-DEM'ê nûnerên AGÎF, ATÎF, ADHK, nûneriya Frankfurtê ya Mala Gel a Tirk û gelek kesayetiyên serbixwe tevlî civîna li Frankfurtê bûn. Di civînê de hat ragihandin ku li bajarên Frankfurt, Mannheim, Giessen, Saarbrucken, Darmstadt û Nurnbergê, potansiyeleke girîng a hilbijêran heye û divê xwegihandina vê potansiyelê xebat bê meşandin.
Hat gotin ku ji bo xwegihandina beşên civakê yên berfireh, divê bêyî cihêrengî, bawerî û cudahiya etnîkî têkilî bi komeleyan re bê danîn û ji bo ev derdor dengê xwe bide HDP'ê, xebat were meşandin.
Di civînê de her wiha hedefek jî hat destnîşankirin. Li gorî biryarê armanc li Frankfurtê 20 hezar, li Mannheimê 10 hezar, li Saarbruckenê 10 hezar, li Darmstadtê 10 hezar, li Giessenê 7 hezar, li Nurnbergê 5 hezar bi giştî 62 hezar hilbijêr e.
Biryar hat dayîn ku bi komîsyonên werin avakirin re xwe bigihînin hemû hilbijêrên li her bajar, bajarok û gundî û alîkarî ji hilbijêran re were dayîn. Her wiha ji bo hilbijêran bibin cihê lê dengê xwe bikar bînin, li ser pêşniyarên amadekirina otobusan, hat rawestîn.
Ji bo xebatên hilbijartinê bi awayekî koordîneyî bên meşandin, komîsyoneke hilbijartinê ya qadê hat avakirin. Komîsyon wê her 15 rojan carekê bicive, xebatên xwe binirxîne û koordîne bike.
Her wiha wê komîsyonên jêrîn jî werin avakirin. Ev komîsyon wê hefteyê carekê bicivin, xebatên xwe binirxîne. Wekî din biryar hat dayîn ku civîn û şev bên lidarxistin.
FREIBURG
Li bajarê Elmanya Freiburgê jî xebatên hilbijartinê zêde bûn. Bi stantên agahdarkirinê yên li Komeleya Çanda Kurd a Freiburgê hatin vekirin re wê qeyda hilbijêran bê lêkolînkirin û ji bo qeydê form were dagirtin.
Di encama civîneke li vî bajarî de biryar hat dayîn ku ji bo nûkirina qeyda hilbijêran a li Freiburg û derdora wê û agahdarkirinê, komîsyonên hilbijartinê werin avakirin. Ji bo berfirehkirina komîsyona ji 50 kesê, xebat tên meşandin. Biryar hat dayîn ku di rojên pêş de şeva piştgiriya HDP'ê bê lidarxistin.
STUTTGART
Li Stuttgartê, xebatên hilbijartinê bi civînekê re destpê kirin. Di civîna li Komeleya Çanda Mezopotamyayê de daxuyaniyeke çapemeniyê hat xwendin. Dûre komîsyona hilbijartinê hat avakirin. Ji bo hilbijartinên 7'ê Hezîranê jî biryar hat dayîn ku bi konekî hilbijartinê ji 15'ê Adarê heta 10 Hezîranê xebatên hilbijartinê werin meşandin.