HDP û hikûmeta AKP’ê daxuyaniyek hevpar dan

Heyeta HDP’ê ya Îmraliyê û rêveberên hikûmetê, der barê pêvajoya çareseriyê de daxuyaniyek çapemeniyê ya hevpar dan.

Heyeta Îmraliyê û nûnerên hikûmeta AKP'ê têkildarî pêvajoya çareseriyê de civîna çapemeniyê ya hevpar li dar xistin. Parlamenterê HDP'ê yê Stenbol Sirri Sureyya Onder diyar kir ku ligel derengî û şikestinan pêvajoya diyalogê hatiye asteke gelek girîng.

Heyeta Îmraliyê çend roj berê li Qendîlê bi rêveberên KCK'ê re hatin cem hev û piştî vegeriyan bi Alîkarê Serokwezîr Yalçin Akdogan re li Ofîsa Serokwezîr a li Dolmabahçeyê hatin cem hev. Piştî hevdîtinê Heyeta Îmraliyê û nûnerên hikûmeta AKP'ê civîna çapemeniyê ya hevpar li dar xistin. Ji Heyeta Îmraliyê Serokwekîlên Koma HDP'ê Pervîn Buldan û Îdrîs Baluken û Parlamenterê HDP'ê yê Stenbolê Sirri Sureyya Onder, ji hikûmetê jî Alîkarê Serokwezîr Yalçin Akdogan, Wezîrê Karên Hûndir Efkan Ala û Musteşarê Ewlehî û Pergala Cemawariyê Muhammet Dervîşoglu tevlî cîvîna çapemeniyê bûn.

Di destpêka civînê de li ser navê heyetê Sirri Sureyya Onder axivî û wiha got: “Heke têkiliya çareseriyê bi aştî û demokrasiya gerdûnî re bi awayekî tendûrîstî neyê danîn vegera wê ji dewleta aştî demokratîk, avabûna civakê, gel, edalet û wekheviyê çênabe. Ji ber vê yekê di dîroka komarê de heya niha ji bo hêmanên heya niha hatin înkarkirin û dijber hatin dîtin divê bi awayekî azad û wekhev bên nasîn û dîsa di nava pergalê xwe îfade bikin û cih bigirin. Berpirsiyariya mezin a dîrokê li ser milê me barkirî di çareserî û neçareseriyê de tenê civakên me eleqedar nake wê hemû herêmê û heya cîhanê bi bandor bike. Ji ber vê yekê dengeyên herêmê yên 100 salan hatin guherîn û ligel zor û zehmetiyan divê li gorî nirxên mirovahî û gerdûnî nêzîk bibin û van derbas bikin. Li gorî şertên herêmê yên dîmanîk û bi liv û tevger divê nêzîkatiyeke dîmanîk jî li hemberî pêvajoyê bê nîşandan.

Ligel van hemûyan di pêvajoya diyalogê de ligel dem dem derengî û şikestinan hatiye astekî ferme, cidî û berpirsiyar. Onder tespîta Ocalan a esasî wiha ragihand: 'Em pêvajoya pevçûnê ya 30 salî ber bi aştiyeke mayînde ve dibin, hedefa me ya sereke jî ev e ku em bigihînin aştiyeke demokratîk. Ji bo li ser esasê rewşa bidawîkirina têkoşîna çekdarî biryara dîrokî û stratejîk bê dayîn PKK’ê dawet dikim ku di meha biharê de kongreya awarte pêk bîne. Ev nîşaneya niyeteke dîrokî ya li şûna têkoşîna çekdarî siyaseta demokratîk cih bigire."

Hem ji bo demokrasiyeke rast û hem jî ji bo aştiya me ya mezin rêgez ev in.

1 - Divê naveroka siyaseta demokratîk bê nîqaşkirin.

2 -Pênaseya astên heremî û neteweyî yên di çareseriya demokratîk de

3 - Teminatên demokratik û zagoni yên hemwelatiya azad.

4 - Têkiliya civak û dewletê ya bi siyaseta demokratîk û sernavên ji bo sazbûna vê yêkê.

5 - Astên abor û civakî yên pêvajoya çareseriyê.

6 - Di pêvajoya çareseriyê de têkiliya ewlehî û demokrasiyê bi awayekî azadî û pergala cemaweriyê bê parastin bê dest girtin.

7 - Temînat û çareseriyên zagonî yên têkildarî pirsgirêkên jin, çand û ekolojiyê.

8 - Pêşxistina hişmendiya demokratîk a li hemberî pênasekirina têgeha nasnameyê.

9 - Komara demokratîk, welatê hevpar, pênaseyên pîvanên demokratîk ên gel û divê di nava makezagon û zagonan de bi pergala demokratîka piralî bên parastin.

10 - Ji bo mayîndebûna hemû madeyên demokratîk makezagoneke nû."

Pişt re Alîkarê Serokwezîr Yalçin Akdogan jî axivî û wiha got: "Em hatine asteke gelek girîng. Di mijarên xebatên çek berdanê lezgîn bûn, ji bo bêçalakbûnekî mayînde bikeve jiyanê û rêgeza siyaseta demokratîk derket pêş em girîng dibînin. Me weke AKP'ê gavên girîng avêtin. Heke çek ji dewreyê rabin dê geşedanên demokratîk lez bikevin. Di demokrasiyan de nêrîn, raman û polîtîkayên piştgiriya gel digirin qîmetê qezenc dikin. Em makezagona nû ji bo gelek pirsgirêkên heyî çareser bike weke firsendekê dibînin. "