Talankirina xezîneyê ji aliyê Turgevê ve didome
Derket holê ku Yurda TURGEV a Şîşliyê ku di 25’ê Sibata 2015’an de vekirina wê ji aliyê kurê Serokkomarê Tirkiyeyê Tayyîp Erdogan, Bîlal Erdogan ve hat kirin, bêusûl hatiye bikaranîn.
Derket holê ku Yurda TURGEV a Şîşliyê ku di 25’ê Sibata 2015’an de vekirina wê ji aliyê kurê Serokkomarê Tirkiyeyê Tayyîp Erdogan, Bîlal Erdogan ve hat kirin, bêusûl hatiye bikaranîn.
Derket holê ku Yurda TURGEV a Şîşliyê ku di 25’ê Sibata 2015’an de vekirina wê ji aliyê kurê Serokkomarê Tirkiyeyê Tayyîp Erdogan, Bîlal Erdogan ve hat kirin, bêusûl hatiye bikaranîn. Rayedarekî maliyeyê ji ANF’ê re axivî û diyar kir ji aliyê Wezareta Maliyeyê ve erse ji bo şîrketa Înşaetê ya bi navê Panera hatiye tahsîskirin û got ku ev şîrket peywira paravan dibîne. Rayedarê Maliyê got ku peymana mafê îrtîfak a ku Wezareta Maliyeyê ji bo 49 salan bi şîrketa navê Panere re kiriye û ligel ku mafê şîrketê tine erseyê dewrî şexsê sêyemîn bike, ji aliyê TURGEV’ê ve bi awayekî dij hiqûqî û der qanûnî hatiye bikaranîn. Rayedar got ku ev li dij mewzuata qanûnî ye û di vê rewşê de divê peymana bi şîrketa Panera re hatiye kirin bê betalkirin û yurd bê tahliyekirin, erse dewrî Wezareta Maliyeyê bê kirin.
Wargeha Keçan a Hîndekariya Bilind a Mîhrî Hatuna TURGEV ya Şîşliyê ku vekirina wê ji aliyê Bîlal Erdogan ve hat kirin, derket holê ku Wezareta Aboriyê ji bo şîrketa Panera tahsîs kiriye û ev şîrket jî peywira paravan dibîne. Rayedarekî maliyeyê ku em pêre axivîn û diyar kir ku şîrketa Panera şîrketa paravan e û ev şîrket bi awayekî der qanûnî, bêyî kar û bar dewrî bike, ji bo bikaranîna TURGEV’ê pêşkêş dike. Li gorî mewzuata qanûnî, malên aîdî xezîneyên yên nayên barkirin, ji bilî şîrket û kesên ku mafê îtîfaqê ji bo wan hatiye dayîn, nekarin ji bo şexsê sêyemîn bê dewrkirin. Rayedar da zanîn ku ev bi awayekî aşkera sûc e û divê mafê îrtîfaqê demildest bê betalkirin û divê TURGEV ji avahiyê bê tahliyekirin.
ARMANCA ESAS EV E KU EREZIYÊ ERZAN BIGIRIN!
Rayedar diyar kir ku erseya ku niha TURGEV lê ye ji aliyê Wezareta Aboriyê ve bi buhayekî di bin piyasayê de ji bo şîrketa Panera hatiye kirêkirin û bi heman rêbazî jî bo TURGEV’ê hatiye firotin. Rayedar got ku armanca esas a di vir de ev e ku ereziya xezîneyê erzan bidin û eger erse dewrî TURGEV’ê bê kirin de wê dewlet zerarê bike.
MAFÊ ÎRTÎFAQÊ ÇI YE?
Mafê îtîfaqê; mafekî ku feydeyek bi sînor dide xwediyê maf a li ser gayrîmenkulekî, ya li ser gayrîmenkulekî din an jî şexsekî din. Xwediyê gayrîmenkulê, eger destûrê bide mulkê têkildar ê bikaranîna wê ya ji aliyê kesekî din ve, wê demê mafê îrtîfaqê dide.