Partîzan destekê dide HDP'ê
Partîzan da xuyakirin, ku ew ê di hilbijartinên parlamenteriyê yên 7'ê Hezîranê de destekê bide HDP'ê.
Partîzan da xuyakirin, ku ew ê di hilbijartinên parlamenteriyê yên 7'ê Hezîranê de destekê bide HDP'ê.
Partîzan da xuyakirin, ku ew ê di hilbijartinên parlamenteriyê yên 7'ê Hezîranê de destekê bide HDP'ê.
Partîzan, bi daxuyaniyekê helwesta xwe ya di hilbijartinên giştî yên 7'ê Hezîranê de aşkera kir. Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku li gel desteka ji bo tevgera Kurd, ji ber ku bernameya HDP'ê ya ji bo jin, hawirdor, neteweyên bindest û hindikahiyan, takekesên LGBTÎ, baweriyên bindest û ciwanan xwedî naverokeke xurt a demokratîk e, hêja ye lê xwedî bê derketin.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin, ku xebatên ji bo destekkirina HDP'ê di hilbijartinan de werin meşandin wê eniya şoreşger û demokratîk xurt bikin û di şikandina şovenîzmê de roleke girîng bilîzin.
Di dewama daxuyaniyê de hat ragihandin ku derbasbûna HDP'ê ji benda hilbijartinê, wê bandoreke erênî li hemû hêmanên têkoşînê bike û hat diyarkirin, ku ev yek di heman demê de wê nîşan bide neteweya Kurd di daxwazên xwe de ne bi tenê ye, di kûrkirina krîza serdestan de wê rolê bilîze. Hat destnîşankirin ku Partîzan wê di hilbijartinê de li her qadê bi hemû pêkhateyên xwe destekeke aktîf bide HDP'ê.
Di daxuyaniya Partîzan de ev xal hat destnîşankirin: "Li eniya bindestan HDP di asta herêmî de xwedî bandor e. Dewlet ji ber ku bi vê dizane, bi ti awayî xwe nêzî daxistina bendê nake. Bi hişmendiya 'benda ji sedî 10'an bendek li pêşiya vîna neteweya Kurd e' divê were hilweşandin. Ji bo vê jî, cihgirtina li gel netewe û tevgera Kurd ferzeke. Divê em bi hemû hêz û afirîneriya xwe re xwedî li wezîfeyên xwe yên şoreşgerî derkevin."