UNESCO li dijî qetlîama çand û dîrokê ya DAIŞ dike, banga lezgîn kir

Li Mûsil a di bin dagirkeriya çeteyên DAIŞ'ê de ye, qetlîama çandî dewam dike. Rêxistina Çand û Zanistên Perwerdeyê ya Neteweyên Yekbûyî (UNESCO) banga civîna lezgîn li Konseya Ewlekariyê kir.

Li Mûsil a di bin dagirkeriya çeteyên DAIŞ'ê de ye, qetlîama çandî dewam dike. Rêxistina Çand û Zanistên Perwerdeyê ya Neteweyên Yekbûyî (UNESCO) banga civîna lezgîn li Konseya Ewlekariyê kir.

Çeteyên DAIŞ'ê yên Mûsil dagir kirine, gelek peyker û nivîsên dîrokî yên beriya Îslamê yên li bajêr tine kiribûn. Ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ'ê gelek berhemên mîrateya dîroka cîhanê yên li bajêr, yan hatin tinekirin yan jî 'windakirin'.

Der barê mijarê de UNESCO daxuyaniyek da û banga civîna lezgîn li Konseya Ewlekariyê ya NY kir. Dîrektora Giştî ya UNESCO Îrîna Bokova daxuyanî da û got, "Ev êrîş, ji trajediyeke çandî gelekî mezintir e. Ev yek di heman demê de pirsigrêka ewlekariyê ye. Mirovên bawerhişk, alîgirên şîdetê û pevçûnên li Iraqê xwedî dike."

Çeteyên DAIŞ'ê beriya niha jî li gelek herêmên dagir kiribûn tirbe, dêr, peyker, avahî û berhemên dîrokî bi bombeyan tine kiribûn. Her wiha derketibû holê ku çeteyan gelek berhemên dîrokî û çandî yên li herêmên dagir kiribûn dizîn û firotin mafyayên navneteweyî.