Şefê polîs xwe gihand pirsgirêka PKK’ê!
Li Meclîsa Federal tişteke yekem car pêk hat. Qedexeya PKK’ê ya 22 salan cara yekem rojek beriya li desteya giştî hat nîqaşkirin.
Li Meclîsa Federal tişteke yekem car pêk hat. Qedexeya PKK’ê ya 22 salan cara yekem rojek beriya li desteya giştî hat nîqaşkirin.
Li Meclîsa Federal tişteke yekem car pêk hat. Qedexeya PKK’ê ya 22 salan cara yekem rojek beriya li desteya giştî hat nîqaşkirin. Di pêşnûmeya ku Partiya Çep da meclisê de hat gotin divê qedexeya PKK’ê rabe û zerarên ku qedexeyê daye Kurdan û têkoşîna PKK’ê ya li Rojhilata Navîn bi berfirehî hat vegotin. Her wiha ‘lîstikvanê surprîz’ yê Merkelê yê di civînê de şefê polîs yê berê bû.
Nav; Clemens Binninger. Ji eyaleta Baden-Wurttemberg e. Di 1979’an de bûye polîs û di 1988’an de asta xwe bilind kiriye û di 1990’an de ji ber xizmetan madalya girtiye.
Piştre li Akademiya Polîsan a Baden-Württemberg xizmdet kiriye. Bînner kesekê tund tê zanî û di 1999’an de di Wezareta Karên Hundir a eyaletê de şêwirmendiya ewlehiyê kiriye û derbasî siyasetê bûye. Di 2002’an de ji CDU’yê ya di bin lîderiya Merkelê de ket meclîsê û peywira wî amade bû; pisporiya ‘têkoşîn bi terorê re’ bû.
Bînnînger di Adara 2014’an de bû serokê Komîsyona Lêpirsîna NSA ya di meclîsê de hat avakirin û mehek şûnde li dijî zextên endamên komîsyona partiyên muxalefet li ber xwe neda îstîfa kir. Lê ligel vê Bînner dîsa wek kesê esas ê hikûmeta CDU’yê ma.
MASEYA PKK YA HIKÛMETÊ AÎDÎ BÎNNENGER E!
Di civînê de li ser navê hikûmetê Clemens Bînnînger bersiv da pêşnûmeya ku Partiya Çep daye. Di axaftina xwe de got: “PKK’iyan di çalakiyan de polîs birîndar kirin, mexdûr kirin, ez wek polîsê berê vê baş dizanim.” Her wiha îdîa kir ku Ulla Jelpke ya ku beriya wî axiviye û gotiye: li dijî Kurdan di navbera 2004-2014’an de 4500 dosya hatine vekirin’ jî şîdetê digire nav xwe.
Lê rastî ne wisa ye; dosyayên ku Jelpke behsa wan kir, piranî ji ber ‘sembolên qedexe’ yên der barê alên PKK, KCK, posterên Ocalan û dirûşmên ‘Bijî serok Apo’ û endamtiya komeleyên Kurd hatine vekirin.
ŞÎDETA POLÎS TÊ VEŞARTIN!
Sala ku Bînnînger li eyaleta Baden-Wurttemberg şefê polîsan bû û şêwirmendê ewlehiya Wezareta Karên Kundir bû yanî di salên 90’î de rûyê xwe yê tund nîşanî Kurdan daye. Piştî qedexeya PKK’ê ya 1993’yan de Newroza 1994’an hat qedexekirin. Îlona 1994’an de jinên Kurd xwestin ji Mannheîm bimeşin Strasbourgê û polîsan gelek caran êrîş kir û piranî bi erdê re kaşkirin û binçavkirin.
Serê jinekê 10 polîs ketibûn, lê ligel vê jinan meşa xwe berdewam kirin. Li Mannheîmê polîsan bi hesp û kuçikan êrîşê jinan kir. Nayê zanîn talîmata wê Bînnînger daye yan na, lê dîmen hê li ber çavane.
Piştî qedexeya PKK’ê, li şîdeta ku li dijî Kurdan pêk tê jî kilifek hat çêkirin. Sembolên neteweyî û siyasî yên Kurd, dirûşm, şevên çandî û her cureyê çalakiyê bi pêkanîn polîsan re rû bi rû bûn.
Elmanyayê di wan rojan de dît ku bi vê qedexeyê barekî çawa girtiye ser milê xwe û hem jî ji ber ku parçeyekî şerê li Kurdistanê bû, rastî rexneyên tund hat. Rojnameya Suddeutsche Zeitung di 31’ê Adara 1994’an de bi manşeta ‘panzerên Elmanyayê li dijî Kurdan tên bikaranîn’ derket. Wezîrê Karên Hundir Kanther jî ji bo ku Kurdên tevlî çalakiyên qedexekirî bûne dersînor bike, hewl dida endamên kabîneya hikûmeta Kohl û partiyên muxalefetê îqna bike.
BI VEGOTINÊN ŞAHIDÊN ELMAN ŞÎDETA POLÎS!
Sedema şîdeta tund a di navbera di 1994-1996’an de polîsan li ser Kurdan pêk anî ev bû beriya xwepêşendanan polîsan bi perwerdehiyên taybet xwe amade dikirin. Rojnameya Hurriyetê îdîayên derveyî rastiyê ji bo provokasyonan dihatin kirin bi manşeta ‘Ocalan:Li polîsê Elman bixin’ diavêt holê. Polîsê bi navê Jurgen Korell yê ku beriya çalakiyên otobanê tevlî semînerên perwerdeya ji bo polîsan tê dayîn bû got: “Di civînê de spekulasyonên weke Kurdekî ku di nava polîsan de dişewite û dema bi ser polîsekî de diçe, divê çawa tedbîr bê girtin dihat kirin.
Di alî teorîk de dihat gotin ku guleyê berdin çongên çalakgeran û bi tabanceyên makîneyê gulebaran bikin. Lê li ser mijara ku dema mirovek dişewite û gule bi ser de tê barandin de qet nedisekinin. Her guman çiqas bê mezin kirin jî, fikra her polîsekê pratîka wî derdixist holê.”
Psîkolojiya tirsê bi zanebûn li polîs dihat aşîkirin û di serî de li Wezareta Karên Hundir, li Rêxistina Parastina Destûra Bingehîn û Yeîineyên Polîs ‘maseyên PKK’ê’ hatin avakirin. Rojnameger Hans-Otto Weîbus bûyerên ku di sala 1995’an de bû şahidê wê wiha vegot: “Li Berlînê nêzî 20 hezar kes ji bo ku bi Gulnaz Bagistan re xatir bixwaze bên cem hev, hat îdîakirin ku wê PKK li dijî polîsan segvanan bikar bînin. Çavkaniya vê îdîayê Daîreya Parastina Destûra Bingehîn a Eyaleta Sakonya Jêr bû. Ev çavkaniya xwe jî Daîreya Sûc a Federal digirtin. Serokê Sendîkaya Polîsan herman Lutz jî ev agahî belav kir. Piştî demekê hat gotin wê meş bi şîdetê bê belavkirin. Êlekên pola li polîsan hat belavkirin.”
Polîsên Elman bi hesp, kuçik, panzer û bombeyên gazê mudaxale kir û şîdet rewa dîtin. Li gelek eyaletan polîsan mudaxaleyê Kurdan dikir.