‘Şaredariya CHP’î bêhna çopê hêjayî Kurd û Elewiyan dibîne’

Şaredariya Bajarê Mezin a Îzmîrê li Çiyayê Yamanê ‘Tesîsa Beralîkirin û Nirxandinên Bermahiyên Hişk ên Herêma Bakur’ çêdike. RCS, komeleyên herêmê û partiyên siyasî yên li taxa Yamanlar û Onur nerazîbûn nîşanî vê dan.

Şaredariya Bajarê Mezin a Îzmîrê li Çiyayê Yaman ‘Tesîsa Beralîkirin û Nirxandinên Bermahiyên Hişk yên Herêma Bakur’ çêdike. Rêxistinên Civakî yên Sivîl (RCS), komeleyên herêmê û partiyên siyasî yên li taxa Yamanlar û Onur nerazîbûn nîşanî vê dan.

Ji bo projeya ku pêvajoya wergirtina rapora ÇED’ê didome, di rojên buhrî de li Salona Dawetê ya Navenda Çanda Îsmaîl Cem a Şaredariya Karşiyakayê civînek pêk hat. Welatiyên beşdarî civînê bûn, kursî dagir kirin û civîn betal kirin. Keya, rêxistinên civaka sivîl, komeleyên herêmî û partiyên siyasî yên li taxa Yamanlar û Onurê dijîn nerazîbûnên xwe nîşan dan.

TENÊ DU TAXAN ELEQEDAR NAKE

Keyayê Taxa Onur Hasan Aydemîr ji ANF’ê re axivî û got ku şaredariyê ti agahî nedaye wan û ji çapemeniyê çêkirina tesîsê hîn kirine. Aydemîr got ku tesîsa li Çiyayê Yamanlar tê çêkirin tenê taxên Onur û Yamanlar eleqedar nake û got:  “Ji Menemenê destpê dike, heta Karşiyaka, Çîglî û Manîsayê didome. Xweşikahiya Çiyayê Yaman bi vê tesîsê tine dibe. Tesîsên wisa bila li cihên sayî bên çêkirin. Lê em destûrê nadin tesîseke ku li Çiyayê Yamanlar tê çêkirin. Em li dij vê tesîsê ne.”

Aydemîr got ku keyayên Îzmîrê bi pêkanînên şaredariyê re bandora xwe winda kirine û hemû karên civakî, şaredarî di bin banê xwe de bi navê ‘navendên taxê’ pêk tîne.

MIROV NIKARIN LÊ BIJÎN

Serê Komeleya Alîkariya bi Dihêyiyên Sêrtê re ya li Taxa Onur, Adîl Oktay bi lêv kir ku ew li dij tesîsa ku tên çêkirinê ne û wiha pê de çû: “Cihê herî nêz yê ku em dikarin lê bêhna xwe vedinn Çiyayê Yaman e. Ger li vir tesîsa çopê bê avakirin, em nikarin li wir seyranê bikin. Kesî ji me tiştek nepirsî. Jixwe xizmet tine. Bi vê tesîsê re wê mirov nikaribin li vê taxê bijîn.

ŞAREDARÎ JI VÊ TAXÊ HEZ NAKE

Rêveberê Komeleya Alîkariya bi Yedîsu û Kanîreş a Çewlîkê, Sezgîn Kahraman jî got: “Em ji 1994’an de li Taxa Yamanlar dijîn. Çêkirina tesîsê ji bo me bi guman e. Şaredariyên CHP’ê ji me hez nakin. Ji van taxan ji bo wan deng dernakevin. Elewî û Kurd li vir rûdinin. Çêkirina vê tesîsê jî ji ber vê ye. Em havînê dawetên xwe li der çêdikin. Lê bi çêkirina tesîsê re em ê di nava bêhnê de bijîn. Em mêşvaniyê li Çiyayê Yamanlar dikin.  Şaredarî ji ber ku taxê bê xwedî dibîne wisa dike. Em ê li dijî vê têbikoşin.”

Hevserokê ESP’a Bayrakliyê Tuncay Kiliç got ku li Taxa Yamanlar hatiye dinê û mezin bûye û pê de çû: “Ev bi salane em bi pirsgirêkên taxê re eleqedar dibin. Projeya tesîsa çopê biryarek polîtîk e. Yên li taxên Harmandali, Onur û Yamanlar rûdinin, aliyên mûxalîf in. Ji ber vê hedef tên girtin. Ev der duyemîn herêma bi dar a Îzmîrê ye. Çêkirina vê tesîsê xerabiya herî mezin e. Gel li dijî CHP’ê bi bertek e. Sedema vê jî ev e ku di her hilbijartinan de ji bo dengan tên vê taxê û çêkirina tesîsê ye.  Şaredariyê bîhan copê layîqê Kurd û Elewiyan dît.”

TENDURISTIYA GEL NAFIKIRIN

Nûnerê HDP’a Yamanlarê A. Celîl Aksoy Yek jî bertek nîşanî çêkirina tesîsa çopê ya li cihê ku hewzayên avê zêde ne, da û got: “Şaredariya CHP’î êdî ava vexwarinê jî jehrî dike. Ev karesata xwezayê ye. Jiyana li vir wê serobino be.  Bila projeyek din bibînin. Ev lîstikek siyasî ye. Bi zanebûn vê dikin. Şaredarî tenduristiya gel nafikire.”