Kesên ji Balyozê dihatin darizandin hatin berdan
Piştî biryara Dadgeha Destûra Bingehîn a binpêkirina maf ku doza Balyoz ji nû ve li 4. Dadgeha Cezayê Giran a Îstanbul Anadolu destpê kir, biryara beraeta 236 bersûcan hat dayîn.

Piştî Dadgeha Destûra Bingehîn a bi sedema “binpêkirina maf” têkildarî doza Balyoz biryara “Ji nû ve darizandinê” da, doz li 4. Dadgeha Cezayê Giran a Îstanbul Anadolu destpê kir. Dadgehê, biryara beraeta hemû bersûcan da. Di doza ku 236 kes tên darizandin, di nav wan de Fermandarê Hêzên Hewayî yê berê Orgeneral Halîl Îbrahîm Firtina, Fermandarê Hêzên Deryayî yê berê Oramîral Ozden Ornek, Fermandarê Artêşa Yekemîn ê berê Orgeneral Çetîn Dogan jî heye ji bo tevayî bersûcan daxwaza tehliyeyê hatibû kirin.
Dadgehê piştî mutalaya dozger biryar da, têkildarî 236 bersûcan diyar kir “sûcê wan ne sabît e” û biryara beraetê da.