Li Hambûrgê buroya hilbijartinê ya HDP'ê tê vekirin

Li bajarê Elmanya Hambûrgê, bi armanca destekkirina HDP'ê di hilbijartinên 7'ê Hezîranê yên li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê de, wê buroya hilbijartinê were vekirin û şeva piştevaniyê bê lidarxistin.

Li bajarê Elmanya Hambûrgê, bi armanca destekkirina HDP'ê di hilbijartinên 7'ê Hezîranê yên li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê de, wê buroya hilbijartinê were vekirin û şeva piştevaniyê bê lidarxistin.

Nûnerên saziyên demokratîk ên xebatên hilbijartinê dimeşînin li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Hambûrgê kom bûn. Di nîqaşên li civînê de bal hat kişandin ser girîngiya xwegihandina tevahiya hilbijêrên li bajêr.

Di civînê de biryar hat dayîn ku di 11'ê Nîsanê de li avahiya Partiya Çep a li Altona buroya hilbijartinê ya HDP'ê bê vekirin û di 26'ê Nîsanê de şeva piştgiriya HDP'ê bê lidarxistin. Buroya hilbijartinê wê di her roja kar de vekirî be.