Di maça Swêd-Îranê de rejîma Îranê hat protestokirin

Tîmên neteweyî yên Swêd û Îranê, duh êvarê li paytexta Swêd Stockholmê di maça dostaniyê de derketin pêşberî hev. Maça dostaniyê veguherî xwepêşandanên protestoyî.

Tîmên neteweyî yên Swêd û Îranê, duh êvarê li paytexta Swêd Stockholmê di maça dostaniyê de derketin pêşberî hev. Maça dostaniyê veguherî xwepêşandanên protestoyî. Sendîkayên Swêdê xwestin îdam bên rawestandin û girtiyên siyasî tavilê serbest werin berdan. Kurdistanî û rêxistinên jinan ên Îranî jî li ber stadyûma maç lê hat lîstin, xwepêşandanên protestoyî yên li hemberî rejîma Îranê lidar xistin.

Di demeke ku li Îranê îdam, zext û êrîşên li hemberî Kurdan, Belûciyan û jinan zêde bûne de, pêkhatina maça futbolê ya di navbera tîmên neteweyî yên Swêd û Îranê de, li Swêdê rê li ber nîqaşan vekir.

Hin ji rêxistinên civakî yên sivîl, Federasyona Futbolê ya Swêdê ya ku maça bi tîma neteweyî ya Îranê re lidar xist bi tundî rexne kirin û xwestin, maç bê betalkirin. Sazî û rêxistinên ku sendîka jî di nav de hebûn, bi wesîleya maçê bal kişandin ser binpêkirinên mafên mirovan û jinan û darvekirinên li Îranê.

Kurdistanî û komên Îranî jî, ji saet 18:00 û pê ve li ber Friends Arena cihê maçê hatin cem hev û wêneyên şoreşgerê hatin darvekirin û jinên asît bi ser rûyê wan de hatiye rijandin vekirin. Xwepêşandêran alên Îran, Kurdistan, PJAK, PKK û KCK'ê hildan û bi qîrîna dirûşmeyan rejîma Îranê protesto kirin.

DAXWAZA RAWESTANDINA DARVEKIRINAN HAT KIRIN

Tevî pankartên bi nivîsên li ser daxwaza rawestandina darvekirinan, Îranî û Kurdistaniyan pankartên bi nivîsa "Îranê, qeptanê tîma futbolê Habîb Khabîrî jî di nav de 120 hezar girtiyên siyasî bi darve kir" hilgirtin û dirûşmên "Îran û DAIŞ yek in", "Bimire rejîma Îranê", "Darvekirinan bisekinînin", "Destên xwe yên bi xwîn ji Kurdistanê vekişînin" û "Faşîst Rûhanî" qîriyan.

Komên Îranê di xwepêşandanê de bi tenê dirûşme qîriyan, lê belê Kurdistaniyan axaftinên li ser teşhîrkirina rejîma Îranê kirin. Kurdistaniyan ji Yekîtiya Ewropa û Swêdê xwestin ku ji bo rawestandina darvekirinan, bikevin nava hewldanan.

Li ser navê Tevgera Jinên Azad ên Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) û Cewananî Zagros Anam Karmî peyivî û piştî dayîna mînakên şênber ên zext û êrîşên li hemberî hindikahî û jinan destnîşan kir, ku ji Tebaxa 2013'an dema bûyîna Serokkomar a Hasan Rûhanî Û vir ve binpêkirinên mafên mirovan û îdam zêde bûne.

Karamî da xuyakirin ku weke jin û ciwanên ji Rojhilatê Kurdistanê ew ji Hikûmeta Swêdê dixwazin ku ji bo pêşîgirtina li îdaman tavilê bikeve nava tevgerê û bang li rêxistinên civakî yên sivîl jî kir, ku b vê armancê dakevin meydanan.

Rojnamevan-Nivîskar Kurdo Baksî jî anî ziman ku bi destpêkirina desthilatdariya Rûhanî re darvekirin zêde bûne û ji Wezîra Karên Derve ya Swêdê xwest, ku ji bo rawestandina îdaman bikeve nava hewldanên şênber.