Krîza rehîne didome

Bûyera ku bi daxwaza qatilên Berkîn Elvan bên darizandin Mehmet Selîm Kîraz ê dozgerê li dozê dinêre rehîn hat girtin didome.

Bûyera ku bi daxwaza qatilên Berkîn Elvan bên darizandin Mehmet Selîm Kîraz ê dozgerê li dozê dinêre rehîn hat girtin didome.

Hat ragihandin ku çalakvanann gotine, eger Midûriyeta Polîsan a Stenbolê “Daxuyaniyekê bide, soz bide ku wê amîr û 3 polîsên çevîk ên Berkîn Elvan kuştine radestî darazê bikin wê krîz bi dawî bibe”.

Di vê navberê de hat ragihandin ku bi hatine Umît Kocasakal ê Serokê Baroya Stenbolê ya edliyeyê re hevdîtinan destpê kirine. Sezgîn Tanrikulu jî li Edliyeyê ye.

Di daxuyaniya Midûriyeta Polîsan a Stenbolê de hat gotin ku ji bo bidawîkirina krîza rehîne operasyon didome.