Nûnera ESP Kurdistan Ok li Kolnê bi Tirkiyeyiyan re civiya

Nûnera ESP Kurdistan Fethiye Ok, di hevpeyvîna li Komeleya Çandê ya Multî ya li bajarê Elmanya Kolnê de destnîşan kir ku hemû beşên mûxalefeta civakî dikarin xwe di nava HDP'ê de bînin ziman.

Nûnera ESP Kurdistan Fethiye Ok, di hevpeyvîna li Komeleya Çandê ya Multu ya li bajarê Elmanya Kolnê de destnîşan kir ku hemû beşên mûxalefeta civakî dikarin xwe di nava HDP'ê de bînin ziman.

Hevpeyvîna li Komeleya Çandê ya Multî ya AGÎF'ê, bi şiyara "Hilbijartinên Hezîranê û bûyerên dawî yên siyasî" di 31'ê Adarê de bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna cangoriyên têkoşîna azadiyê yên li Kobanê û Rojava, destpê kir.

'COŞA NEWROZÊ WÊ BANDORÊ LI SINDOQAN BIKE'

Di hevpeyvînê de nûnera AGÎF'ê der barê xebatên hilbijartinê yên li Kolnê û destekkirina HDP'ê de agahî da û destnîşan kir ku ji bo HDP bendê derbas bike wan hemû hêz xistine nava tevgerê. Nûnera AGÎF'ê da zanîn ku ew di nava seferberiyê de ne û heta hilbijartinên Hezîranê ew ê bi awayekî aktîf bixebitin.

Dûre nûnera ESP Kurdistan Fethiye Ok mafê axaftinê girt û Newroza 2015'an nirxand. Ok diyar kir ku li metropolên diyar ên Tirkiyeyê û hemû bajarên Kurdistanê Newroz bi heybetî û coşeke mezin derbas bûye, di pîrozbahiyan de atmosfereke şoreşgerî derketiye holê. Ok bibîr xist ku ruhê şoreşgerî yê Newrozê wê di Hezîranê de xwe li sindoqan jî bide der.

Ok anî ziman ku performansa HDP'ê ya di hilbijartinan de nîşan da, bend ji îro ve hilweşandiye û ragihand ku kedkar, jin û bindest xwedî li dengê xwe derdikevin, di nava HDP'ê de bi awayekî aktîf dixebitin.

REWŞA DERIZÎ YA LI NAVA AKP'Ê WÊ MEZIN BIBE

Ok da xuyakirin ku der barê pêvajoya muzakereyê de di nava AKP'ê de krîzek heye û vê krîzê xwe di nava raya giştî de jî nîşan daye û diyar kir ku nakokiyên di nava AKP'ê de beriya hilbijartinê teqiya ne. Ok anî ziman ku ev rewşa derizî ya li nava AKP'ê wê xwe di hilbijartinan de jî nîşan bide û destnîşan kir ku yê bi awayekî amade tevlî hilbijartinan dibe HDP ye.

Ok da xuyakirin ku wateya parlamentê ji aliyê sosyalîstan ve tê zanîn û diyar kir ku ti navgîneke têkoşînê nabe were redkirin.

Ok destnîşan kir ku HDP û sosyalîst li kolanan polîtîkayê dimeşîne û xwe gihandiye girseyan, niha jî bi biryar e ku dengê girseya li kolanan ragihîne parlamentê.

LI ROJAVA ELEQEYEKE ZÊDE JI HDP'Ê RE HEYE

Nûnera ESP Kurdistan Ok da xuyakirin ku hemû beşên mûxalefeta civakî dikarin xwe di nava HDP'ê de bînin ziman û destnîşan kir ku di rewşa heyî de êdî bi bikaranîna ol re siyaset nikare bê meşandin. Ok bibîr xist ku polîtîkaya îstîsmarkirina ol a AKP'ê êdî têk çûye û girseyên gel ji AKP'ê êdî bawer nakin.

Ok diyar kir ku ji rojavayê Tirkiyeyê eleqeyeke mezin ji HDP'ê re tê nîşandan û anî ziman ku qutbûn ji CHP û AKP'ê çêdibin û di hilbijartinên 7'ê Hezîranê de wê AKP nikaribe ya hêvî dike bi dest bixe.

Ok diyar kir ku dengên koçberan diyarker e û xwest, di hilbijartinên Hezîranê de ji HDP'ê re deng bê dayîn.