Çalakger: Bila nasnameya polîsan bên aşkerakirin - HAT NÛKIRIN

Çalakgerên ku M. Selîm Kîraz ê serdozgerê li dosyaya Berkîn Elvan dinêre rehîn girtin, gotin, “Di nav 5 deqeyan de eger nasnameya polîsên ku me numareya sicîla wan da rayedaran neyên aşkerakirin em ê dozger bikujin.”

Çalakgerên ku M. Selîm Kîraz ê serdozgerê li dosyaya Berkîn Elvan dinêre rehîn girtin, gotin, “Di nav 5 deqeyan de eger nasnameya polîsên ku me numareya sicîla wan da rayedaran neyên aşkerakirin em ê dozger bikujin.” Parêzer Ebrû Tîmtîk jî got ku qat hatine valakirin û wê tîmên taybet dest bi operasyonê bikin.

Çalakgerên daxuyaniyeke kurt dan ANF’ê diyar kirin ku numareyên sicîla 3 polîsên ku difikirin qatilên Berkîn Elvan in, dane heyetê û ji bo hevdîtinan dimonînin divê ev nav di nav nîv saetê de bên aşkerakirin.

Li gel wê ji parêzeran Ebrû Tîmtîk jî got ku qat hatine valakirin û wê tîmên taybet dest bi operasyonê bikin.