Li Tirkiyeyê qutbûna elektrîkê didome

Qutbûna elektrîkê ya li Tirkiyeyê ji saet 10.36’an ve destpê kir didome.

Qutbûna elektrîkê ya li Tirkiyeyê ji saet 10.36’an ve destpê kir didome. Di serî de Stenbol, Enqere, Antalya, Îzmîr, Kocaelî, Samsûn, Bûrsa, Amed, Êlih, Dîlok, Riha, Mûş gelek bajaran ji ber xeta elektrîkê ya Ewropa-Tirkiye qut bû welêt bê elektrîk ma.

Di encama hilweşîna sîstema elektrîkê de bajarên Stenbol, Enqere, Antalya, Îzmîr, Kocaelî, Samsûn, Bûrsa, Bîlecîk, Hatay, Samsûn, Edene, Kocaelî, Çanakkale, Amed, Dîlok, Riha, Mûş, Êlih û Meletî di nav de li gelek bajaran li pey hev nûçeyên qutbûna elektrîkê hatin.

Ji ber qutbûna elektrîkê di sîstemên veguhastin û ragihandinê de pirsgirêkên cidî rû dan. Bi taybet li Stenbolê ji ber qutbûna elektrîkê hat diyarkirin ku gelek mirov di metroyan de mehsûr mane. Her wiha ji ber veguhastina di sîstemên bi ray de rawestiya di trafîkê de zêdebûneke mezin çêbû.

TEÎAŞ’ê têkildarî qutbûna elektrîkê ya li welêt jiyan felc kir got, “Ji ber xeta elektrîkê ya di navbera Ewropa-Tirkiyeyê de qut bû, li giştî welêt elektrîk qut bûye.”