Ji bo Îranê zengilên xeteriyê lê didin

Îranê di serî de, li Sûriye, Iraq û Yemenê, li tevayî herêmê pêngava leşkerî, siyasî û dîplomatîk da destpêkirin. Armanca Îranê ev e ku bandora xwe ya herêmî zêde bike û di şerê herêmî de di navendîbûna Şîa de bibe xwedî rola bi bandor.

Îranê di serî de, li Sûriye, Iraq û Yemenê, li tevayî herêmê pêngava leşkerî, siyasî û dîplomatîk da destpêkirin. Armanca Îranê ev e ku bandora xwe ya li asta herêmî zêde bike û di şerê herêmî de di navendîbûna Şîa de bibe xwedî rola bi bandor.

Îran dizane ku DAIŞ hêzeke ku wê bigere û berê xwe bidê. Ji bo vê  ya di roja îro û di dîrokê de jî kir, stratejiya ku şer ji derve pêşwazî dike, dişopîne. Lê dema Îran di şerê herêmî de pêngavek wisa dike, hêzên Koalîsyonê jî di asta herêmî de bi pêngavek dij, bersivê dide Îranê.  Geşedanên li Sûriye, Iraq û Yemenê tên jiyîn, nîşan dide ku starta operasyona li dijî Îranê tê dayîn.

Tevî geşedanên ku di aliyê leşkerî de Îran hedef tê girtin, hêzên Koalîsyonê di aliyê siyasî, dîplomatîk û aborî de Îranê dike tengezariyê. 5 endamên daîmî yên Konseya Ewlehiya NY (welatên P5+1) ku bi Îranê re muzakereyan dimeşîne, li DYA, Çîn, Fransa, Îngîlîstan, Rûsya û Elmanyayê, bajarê Lozanê hevdîtinan didomînin. Hêzên navneteweyî ji Îrana ku uranyumê dewlemend dike, daxwaz dikin ku hejmara hilberîna satrîfuj di bin kapasîteya hilberîna çekan de bigire. Li beramberê vê jî tê xwestin ku pêkanînên bandorek mezin li ser aboriya Îranê dike bê sifirkirin.

PÊNGAV Û DIJ PÊNGAV

Hatine dawiya hevdîtinan.  Li holê operasyona qelskirinê ya li dijî Îranê didome. Starta operasyonê li Iraqê hat dayîn. Artêşa Iraqê, bi daxwaza Hêzên Koalîasyonê re operasyona li Tikrîtê da sekinandin.  Ji ber ku, girtina Tikrît an jî Mûsilê ya ji destê DAIŞ’ê ya ji aliyê Îranê ve, wê bihata wateya ku di şerê hegemon de bandorek mezin bê avakirin.  Ev rewş, rewşeke nû ya ku hemû planên hêzên herêmî serobino dikir bû. Li aliyê din jî serketina Îranê ya li Iraqê, dihat wateya zêdekirina bandora li ser hikûmeta Iraqê û hêzên Koalîasyonê nexwest zêde Îran stratejiyê qezenç bike.

Ji bo bandora Îranê bê qelskirin, operasyona duyemîn a girîng li Yemenê hat destpêkirin.Gotina herî zêde ji bo yekîtiya Ereban dihat gotin bi vî awayî ye: ‘Di ti mijarê de beyî ku li hev bikin, li hev kirin’. Lê Yekîtiya Ereban di civîna Misirê de biryar dan ku li dijî mîlîsên Şîî yên bi nêzbûna Îranê tê nasîn, operasyonê bikin.  Hemû welatên Ereb di vê mijarê de bûn yek û êrîşên hewayî yên li dijî Hûsiyan didome.

WELATÊN SUNNÎ EREB DI ASTA MEZHEBÎ DE LIHEV KIRIN

Ji operasyonê re Siûdî Erebîstanê pêşengî, ji Civîna Ereban re jî Misirê malovanî kir. Ev nîşan dide ku di pêvajoya nû de rolên girîng ketine ser milê her du welatan. Siûdî Erebîstan welatê ji warê pîroz ê Misilmanan Kabeyê re malovaniyê dike. Navenda herî girîng a Sunnî Îslamê ye. Tevî DAIŞ’ê gelek rêxistinên Sunnî-Îslamî ji vê welatî piştgiriyê digirin. Ji ber vê yek ji hêzên ku ji bandora Şîiyan ne razî ne.

Operasyona bi pêşengiya Siûdî hatiye destpêkirin, tevî welatên Korfezê yên wekê Bahreyn, Katar, Kuweyt û Emirtiyên Yekbûyî yên Ereb, Fas, Sudan, Urdun û Misir jî beşdar dibe. Tirkiye jî piştgiriyê dide operasyonê. Di eniya Sunnî de yekem car lihevkirinek wisa berfireh pêk hatiye.

KOMÊN SUNNÎ YÊN CÎHADÎST BI HEV RE TEVDIGERIN

Pengava sêyemîn a li dijî Îranê, operasyona Îdlîbê bû. Di heman rojan de ji bo Îranê agahiyek nebaş jî ji eyaleta Îdlîb a Sûriyeyê hat. Di nav de El Nusra ku wek ‘El Qaîdeya Tirkiyeyê tê zanîn’, Ahraru’ş Şam, leşkerên Aksa (Cundu’l-Aksa), artêşa Sunne (Ceyşu’s-Sunne), Feyleku’ş-Şam û Tugaya Gel (Livau’l- Hak) jî heye di bin navê Artêşa Fetîn (Ceyş’ul-Fetih) de bi armanca ku li dijî Îdlîbê êrîşek hevbeş pêk bînin, bûn yek. Komên ku berê têkoşîna desthilatdariyê dan, li dijî rejîmê hevbeş tevgeriyan. Tê gotin ku di girtina bajarê li hemberî Hatayê, Îdlîbê de rola leşkerên Tirk mezin e.

Tiştên li Iraq, Yemen û Sûriyeyê bi awayekî hevbeş pêk hatin, ji hev ne serbixwe ne. Berevajî vê parçeyekî tevgera hevpar a li dijî Îranê ye.

ALOZIYA TIRKIYE- ÎRANÊ

Li dijî van geşedanan hem Îran û hem jî Sûriye bi bertek in. Bi qasî welatên Ereb, dewleta Tirk jî di hedefa rayedarên dewleta Îran û Sûriyeyê de ne. Li dijî daxuyaniya Serokkomarê Tirk Erdogan ya ‘Îran dixwaze herêmê domîne bike’, hem ji Serokkomarê Sûriyeyê Beşar Esad û hem jî ji rayedarên Îranê nerazîbûn hat nîşandan. Esad ji bo Erdogan got ‘Fanatîkê Birayên Misilman’ û  Ayetullah Amelî yê Îranê jî ji Wezareta Karênn derve ya Îranê daxwaz kir ku serdana Erdogan ya Îranê li ber çavan derbas bikin. Ayetullahekî din û Serokkomarê berê Rafsancanî jî tevgera hewayî ya li dijî Yemenê jî bi xeter û şaş nirxandin û gotin ‘bi agir dilîzin.’

Agirê ku Ayetullah behs dikir, şerê mezhebî ye.  Hem DAIŞ û hem jî Îran niha siyaseteke ku şerekî wisa digirin ber çavan, dimeşînin.

BER BI ŞERÊ MEZHEBÎ

Wisa xuya ye em ê di pêşerojê de DAIŞ û Îranê biaxivin.  Ji ber geşedanên li Yemenê pêk tên nîşan dide ku blokbûna Şîî Sunniyan bikeve nava pêvajoyek pevçûnê.  Di civîna Yekîtiya Ereban de, Qral Selman y Siûdî Erebîstanê bang li Îranê kir ku ji bo çareseriya krîzê bi welatên Ereb re hevkariyek erênî bikin. Daxuyaniyek din jî ji Serokkomarê Misirê  Sîsî hat. Sîsî li ser krîzên li Yemen, Lîbya û welatên din derketiye holê, derket rê û got ku divê ‘Hêzek Ereb a Hevbeş’ ku dikare demildest mudale bike, bê avakirin.

Geşedanên li herêmê tên jiyîn nîşan dide ku wê Tirkiye û Îran bê hember hev. Gelo li dijî Îranê dikare tifaq Ereb-Tirk bê avakirin. Em ê bipên û vê bibînin. Lê  tevî vê hêz û planên Îranê heye ku nufuza Şîî bike nava tevgerê û zemîna pevçûnên cudabûna mezhebî derxe holê.

HELWESTA KURDAN GIRÎNGE

Li aliyê din jî Kurdên ku di navbera her du welatan de xwedî hêzek krîtîk in û dikarin hemû hevsengiyê biguherin,  pozîsyona wan ya di vê pevçûnê de girîng e. Îran wê di vê rewşê de bixwaze Kurdan ligel xwe bibîne. Pêvajoya çaresriya li Tirkiyeyê û siyaseta Kurd a AKP’ê wê di vî alî de girîng be.

Mijara gelo wê Kurd di bloka Sunnî an jî bloka Şîî de cih bigirin? jî  di aliyê diyarkirina qedera şerê herêmî de gelek girîng e. Ji ber vê jî diyaloga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Îmraliyê dimeşîne wê di hevsengiyên herêmî û pevçûnan de rê li ber encamên girîng veke. Ji ber vê hem aliyê Kurd û hem jî dewleta Tirk geşedanên Rojhilata Navîn li ber çavan digire û tevdigere. Mirov dikare bêje ku Îran nîqaşên çareseriyê yên di navbera Kurdan û Tirkiyeyê de ji nêz ve dişopîne û wê siyaseta Kurd jî li gorî vê bi teşe be.

ŞER KÛR DIBE

Di şerê herêmî de pêşveçûn li gor aştiyê pêş neket.  Belavbûna şer heye. Ev şerê di Yemen, Iraq û Sûriyeyê didomin, wê Bahreyn, Lubnan û Siûdî Erebîstan û heta wê Tirkiye beşdar bibe. Ev şer dikare bi deh salan bidome. Ji ber vê jî bo herêma me aştî di pêşerojê de zehmet e.