NCDK a Stockholmê kongreya xwe lidar xist
Kurdistaniyên li Stockholmê dijîn, di dawiya vê hefteyê de li semta Axelbergê kongreya xwe ya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) lidar xistin.
Kurdistaniyên li Stockholmê dijîn, di dawiya vê hefteyê de li semta Axelbergê kongreya xwe ya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) lidar xistin.
Kurdistaniyên li Stockholmê dijîn, di dawiya vê hefteyê de li semta Axelbergê kongreya xwe ya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) lidar xistin.
Kongreya ku salona wê bi alên PKK, KCK, PYD û wêneyên mezin ên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat xemilandin, bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna cangoriyên têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê destpê kir.
Piştî hilbijartina dîwanê, rapora xebatê hat xwendin û dûre delegeyan mafê axaftinê girtin, li ser xebatên dema bihurî nêrîn û rexneyên xwe anîn ziman.
Hin ji delegeyan xwestin giranî ji amadekirina projeyên xizmetê didin pêşvebirina çand û zimanê Kurdî were dayîn, hin jê jî xwestin, xebatên ji bo jin û ciwanan bên xurtkirin.
Di kongreyê de êrîş û komkujiyên çeteyên DAIŞ'ê yên li Şengal, Til Temir û Xabûrê jî hatin nîqaşkirin. Delegeyên di vê mijarê de mafê axaftinê girtin, bal kişandins er girîngiya piştevaniya bi Kurd, Êzidî, Asûrî-Suryanî, Tirkmen û gelên din ên bi êrîşên çeteyên DAIŞ'ê re rû bi rû ne.
Hat destnîşankirin, ku li gel meşandina xebatên dîplomatîk ên ji bo piştevaniya Şoreşa Rojava, divê ji bo destekkirina hêzên Kurd û Asûrî yên li dijî çeteyan li ber xwe didin, çalakiyên cihêreng bên lidarxistin.
Mijareke din a girîng û sereke ya di kongreyê de hat nirxandin, hilbijatinên giştî yên 7'ê Hezîranê bû, ku wê di 31'ê Gulanê de ji bo van hilbijartinan li Swêdê deng bê bikaranîn. Delegeyan diyar kirin ku Erdogan û AKP xwe amade dikin sîstemeke serokatiyê ya otorîter ava bikin û destnîşan kirin ku yekane hêza dikare planên AKP'ê xera bike, HDP ye.
Delegeyan ragihandin ku ji bo serketina pêvajoya aştiyê û pêkhatina demokratîkbûyînê divê HDP benda ji sedî 10'an derbas bike û bang li hemû Kurdistanî, Elewî û derdorên demokratîk û pêşverû yên li Swêdê dijîn hat kirin, ku dengê xwe bidin HDP'ê.
Dûre hilbijartin hat kirin û ji bo Hevserokatiya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Stockholmê Îmran Karan û Latîf Yilmaz hatin hilbijartin. Her wiha komîsyonên rêxistinbûyîn, malbatên şehîdan, ciwan, maf û edaletê jî hatin diyarkirin.