Ji MUB’ê daxuyaniya li ser cejna Akîtu

Konseya Neteweyî ya Bethnahrîn (MUB) têkildarî cejna 1’ê Nîsanê Akîtu daxuyaniyek da û got: “Efsaneya mîtolojîk a 1’ê Nîsanê, bûye dîroka destana rizgariya neteweya hemdem û jiyana hemdem a li qiraxa çemên Dîcle, Firat û Xabûrê.”

Konseya Neteweyî ya Bethnahrîn (MUB) têkildarî cejna 1’ê Nîsanê Akîtu daxuyaniyek da û got: “Efsaneya mîtolojîk a 1’ê Nîsanê, bûye dîroka destana rizgariya neteweya hemdem û jiyana hemdem a li qiraxa çemên Dîcle, Firat û Xabûrê.”

Konseya Neteweyî ya Bethnahrîn (MUB) daxuyaniyek nivîskî da û diyar kir ku cejna 1’ê Nîsanê Akîtu li Mezopotamyayê bi hezaran salan beriya zayînê bi şahî û û mîhrîcanên bi heybet bi rojan dihat pîrozkirin.

MUB’ê got ku cejna 1’ê Nîsanê jiyana nû û bereketê sembolîze dike û cejna herî qedîm a dîrok û mirovahiyê ye û got: “Li Mezopotamyayê wek hemû şaristanî û nirxên çandî, cejna 1’ê Nîsanê jî rastî êrîşê hatiye. Heybeta xwe winda kiriye. Çavkaniya hezkirin, coş û kelecanê ya bi gelê herêmê re ava dikir, tine bûye. Bi zextên hêzên serdest re, dewlemendiya wê ya hunerî û civakî ji cewhera wê hatiye valakirin. Cejna 1’ê Nîsanê Akîtu ku bi salan hatiye qedexekirin û jibîrkirin, di sedsala 20 û 21’ê de li deverên cuda yên welatê me, di bin siya tirsa rejîmên nîjadperest û dîktator de bi awayekî qels hatine pîrozkirin û ev jî nîşaneya vejîneke nû ye. Geşedanên li Rojhilata Navîn statukoyê parçe dikin û rêbazên înkarê jî parçe kiriye. Bi vî awayî dînamîkên gel dîsa derketine holê û lêgerîna wan a azadiyê vegeriye berxwedanên neteweyî. Xwedîderketina li ruhê cejna 1’ê Nîsanê Akîtu, tê wateya derxistina holê ya îradeya vejîna ji nû ve.”

MUB’ê di berdewamiya daxuyaniyê de da zanîn ku di sedsala 21’ê de şaristan û berhemên  ku li Mezopotamyayê gelê Asûrî, Suryanî û Keldanî ava kirine rastî pêkanînên çeteyên hov DAIŞ’ê tên û wiha hate gotin: “Cejna 1’ê Nîsanê Akîtu, nirxan hevbeş a dîroka Sumer-Akad, Babîl- Aram- Kalde ye.  Mizginiya biharê, bereketê ye. Di roja me ya îro de cejna 1’ê Nîsanê Akîtu, yekîtiya neteweyî, berxwedan û hevdema nû girtiye çarçoveya xwe. Efsaneya mîtolojîk a 1’ê Nîsanê li peravên çemê Dîcle, Firat û Xabûrê, bûye dîroka destana rizgariya neteweyî ya jiyanek hevdem. Her aliyê civakê warê pîroz bi hêviya jiyana nû bi dua û seremoniyan tijî dikir. Di çariyeka sedsala 21’ê de dema gelê Suryanî-Asîrî-Aramî- Keldanî ji mîtolojiyê derbasî ola Xiristiyanê bûn, bendewariya jiyanek aştiyane û bi rûmet berdewam dikir.  Pîrozkirina cejnan û xwedî statubûna welat, mafê herî xwezayî ye. Divê em cejna 1’ê Nîsanê Akîtu di sala 2015’an de bi xurtkirina yekîtî, bilindkirina berxwedan û bihistina dengê xwe ya li cîhanê pîroz bikin. Bi belavbûna cejna 1’ê Nîsanê re wê bigihêje wateya xwe ya dîrokî. Em cejna Akîtu ya hemû gelê xwe pîroz dikin û bang li her kesî dikin ku têkoşîna xwe bilind bikin.”