Erkîn Selanîk ê li Kobanê xizmeta tenduristiyê dida jin û zarokên mexdûrên şer, ji ber parçeyê şarapnelê ji serê xwe birîndar bû. Selanîk hînê tedawiya wî temam nebû hat girtin û mafê wî yê tedawiyê ji aliyê rêveberiya girtîgehê ve tê astengkirin.
Xwendekarê pola dawî ya Beşa Rêbertî û Şêwirmendiya Psîkolojîk a Zanîngeha Pamûkkaleyê Erkîn Selanîk, ji bo xizmeta tenduristiyê bide jin û zarokên mexdûrên şer çû Kobanê. Li vir parçeyekî şarapnelê li serî ket û birîndar bû.
Selanîk beriya 20 rojan rakirin Nexweşxaneya Balikligol a Rihayê û di 18'ê Adarê de berî tedawiya wî temam bibe hat girtin û li Girtîgeha Tîpa E ya Rihayê hat bichkirin.
DIBE KU ÇAVÊ XWE YÊ RASTÊ WINDA BIKE
Selanîk ê ku rîska windakirina çavê wî yê rastê heye, ji ber oksîjena zêde ya li nexweşxaneyê jê re hat dayîn, dengê wî jî ketiye. Tevî ku divê li nexweşxaneyeke xurt bê tedawîkirin, yekser hat girtin û li girtîgehê hat bicihkirin. Bi vî rengî mafê tenduristiyê yê Selanîk tê astengkirin.
MÛAYENE JÎ NEHAT KIRIN
Kekê Selanîk parêzer Mehmet Baran Selanîk diyar kir ku birayê wî di 25'ê Adarê de sewqî Fakulteya Tipê ya Dîlokê hatiye kirin lê belê nexweşxaneyê bi hinceta 'odeya girtiyan' nîne, mûayene jî nekiriye û ew li girtîgehê vegerandiye.
Parêzer Selanîk der heqê rewşa birayê xwe de got, "Ji ber ku mûayene û tedawî nayê kirin em nizanin ka rewşa wî ya tenduristiyê ber bi başiyê ve yan jî nebaşiyê ve diçe. Lê belê niha doktorê girtîgehê bi tenê du rojan carekê pansûmanê dike. Mûayeneya bi tenê ya tê kirin ev e. Her wiha weke kekê wî, parêzer û malbata wî, agahî der heqê birayê min de ji me re nayê dayîn."
Parêzer Selanîk anî ziman ku tedawînekirina birayê wî rewşeke kêfî ye û got, "Ji bo mûayene û tedawiya birayê min bê kirin divê di demeke kurt de wî rakirin nexweşxaneyeke xurt."