Li Koln û derdora wê xebatên hilbijartinê didomin
Li bajarê Elmanya Kolnê, komîsyona hilbijartinê ya ji 27 kesan pêk tê 5. civîna xwe pêk anî. Di civînê de ji bo Koln û derdora wê bernameya nû hat derxistin.
Li bajarê Elmanya Kolnê, komîsyona hilbijartinê ya ji 27 kesan pêk tê 5. civîna xwe pêk anî. Di civînê de ji bo Koln û derdora wê bernameya nû hat derxistin.
Têkildarî hilbijartinên 7’ê Hezîranê yên li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê, Kurdên li Ewropayê dijîn xebatên xwe bi bê navber dimeşînin. Komîsyonên hilbijartinê yên li gelek bajaran hatine avakirin, kar dikin. Li bajarê Elmanya Kolnê komîsyona hilbijartinê ya ji 27 kesan pêk tê 5. civîna xwe pêk anî. Di civînê de ji bo Koln û derdora wê bernameya nû hat derxistin
Di civînê de biryar hat girtin ku heta meha Gulanê bi ruhê seferberiyê xebat were meşandin û mijarên weke gel ji bo dengdayînê bibin Konsolosan û 24 rojan li ser sindoqan peywirdarî bê kirin, hatin nirxandin.
Endamê Komîsyona Hilbijartinê Fatîh Dur di civînê de axivî û got: “Heta niha me xwe gihand 10 hezar û 42 kesî. Hedefa me 20 hezar e. Kesên ku heta niha me xwe gihandine wan, kesên ku têkiliya me bi wan re hebûn an jî mirovên ku dihatin navenda civakî bûn. Bi vê civînê re me bernameyek nû derxist. Ji vir şûn ve em ê biçin ber deriyan.”
Dur da xuyakirin ku ji vir şûn ve wê hemû sazî peywira buroya hilbijartinê ya HDP’ê bibînin û da zanîn ku hemû navendên civakî yên çep, sosyalîst û komeleyên Elewî wê wek buroya HDP’ê bixebitin.
J BO HDP’Ê ELEQE ZÊDE YE
Dur bi lêv kir ku ji bo HDP’ê eleqe zêde ye û wiha berdewam kir: “Gel eleqeyek mezin nîşanî HDP’ê dide. Ne tenê Kurd, Ereb, Tirk, Çerkez, Laz û Asûrî-Suryanî eleqeyek mezin nîşanî HDP’ê didin. Ger HDP vê bendê derbas bike, wê rêya aştiya civakî vebe. Ev hilbijartin dikare qedera gel biguhere. Ji ber vê her cihê ku em diçinê kelecan lê heye.”
Însiyatîfên gel yên Êlih, Sêwas, Mereş, Dêrsim, Anatolya Navîn, Çewlîk, Serhad, Meletî, Karakoçan, Semsûr, Komeleyên Elewiyan, AGÎF, ATÎK, DÎDF, ADHK, KALDIRAÇ, Cîhan bê Jiyîn, FEDA, Ciwanên Azad, Tevgera Jinên Azad, Navenda Civaka Demokratîk a Aachen, Navenda Civaka Demokratîk a Duren, Navenda Civaka Demokratîk a Kolnê, Navenda Civaka Demokratîk a Leverkusen, Navenda Civaka Demokratîk a Gummersbach, Navenda Civaka Demokratîk a Bergisch Gladbach û nûneriyên Komuna Berghem beşdarî civînê bûn.