DHKC, dozgerê doza Berkîn Elvan dîl girt
Hat ragihandin ku DHKC'ê dozgerê lêpirsîna doza Berkîn Elvan dimeşîne, dîl girtî ye.
Hat ragihandin ku DHKC'ê dozgerê lêpirsîna doza Berkîn Elvan dimeşîne, dîl girtî ye.
Hat ragihandin ku DHKC'ê dozgerê lêpirsîna doza Berkîn Elvan dimeşîne, dîl girtî ye.
DHKC'ê da xuyakirin ku wan dozgerê lêpirsîna Berkîn Elvan ê li Okmeydani bi kapsula gazê ya polîsan birîndar bû û piştî têkoşîna 269'an jiyana xwe ji dest da dimeşîne, li odeya wî ya li Edliyeya Stenbolê ya li Çaglayanê dîl girtiye.
DHKC daxwazen xwe bi vî rengî anî ziman: "Polîsên Berkîn Elvan qetilkirine derkevin weşana zindî û li xwe mukur bên, ev polîs li dadgehên gel bên darizandin, her kesên ji ber tevlî çalakiyên ji bo Berkîn Elvan bûne hatine girtin, ji kar hatine avêtin û hatine sûcdarkirin, bên berdan, li kar bên vegerandin sûcdariyên der heqê wan de bên rakirin, di nava sê saetan de rê û rêbazeke ku bi awayekî ewle derkevin bê peydakirin, ji bo vê heyetek were avakirin, di nava vê heyetê de Umît Kocasakal, Sezgîn Tanrikûlû, parêzerekî ÇHD û kesek ji Meclîsên Gel hebin."
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku eger daxwazên wan heta saet 15:36'an bicih neyê anîn ew ê dozger Kîraz bê kuştin.