Ji polîsan serdegirtina Newrozê: 18 kes hatin binçavkirin

Li Enqere û Wanê, bi hinceta ku tevî pîrozbahiyên Newrozê bûne û 'al û flamayên derveyî qanûnan' hilgirtine, gelek kes hatin binçavkirin.

Di çarçoveya operasyonên qirkirina siyasî de, li Enqere û Wanê, bi hinceta ku tevî pîrozbahiyên Newrozê bûne û 'al û flamayên derveyî qanûnan' hilgirtine, gelek kes hatin binçavkirin.

Li Enqereyê, danê sibehê polîsên ser bi TEM'ê avêtin ser malên xwendekarên Kurd û bi hinceta ku beşdarê Newrozê bûne û 'al û flamayên derveyî qanûnan' vekirine 12 xwendekarên Kurd kirin binçavan. Di sergirtinêan de malên xwendekaran hatin belavkirin û polîsan 12 xwendekarên ku di nava wan de Muhammed Kaya, Turabî Demîrcî, Dîlan Esna Aycan, Serkan Ustûn jî hene binçav kirin. Hate ragihandin ku di lîsteya binçavkirinê ya polîsan de navê 15 xwendekaran heye.

Xwendekarên ku hatin binçavkirin birin Midûriyeta Emniyetê ya Enqereyê. 

Li Wanê, ji 6 kesên di serdegirtina malan de li navçeya Miksê ji aliyê polîsan ve hatin binçavkirin Mîthat Mercîmek, bi sedema ku di pîrozbahiya Newrozê de posterê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hilgirt, hat girtin.

6 kesên duh danê sibehê li navçeya Miksê di serdegirtina mala de hatin binçavkirin, piştî kar û barên li emniyetê sewqî Edliyeya Navçeyê hat kirin. Dozgeriyê bi hinceta ku di pîrozbahiya Newrozê de poster hildane xwest her 6 kes bi îdîaya "Propaganda rêxistinê" were girtin.

Ji 6 kesên radestî dadgehê hatin kirin 5 jê serbest hatin berdan, lê Mîthat Mercîmek hat girtin. Hat ragihandin ku Mercîmet di dema dadgehê de nerazîbûn nîşanî gotina dadger a ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan got 'serkêşê terorîstan' da û ji ber ku li hemberî vê gotina dadger gotiye "Ocalan vîna me ya siyasî ye" hatiye girtin.

Mercîmek şandin Girtîgeha Tîpa F ya Wanê.