12 kes ji şaredariya Pêrtagê ji kar hatin derxistin

Şaredariya Pêrtag a AKP’î îro 12 xebatkar ji kar derxistin. Çelîkel yê ji kar hat derxistin, got şaredariyê biryarek siyasî daye û da xuyakirin ku wê bo mafên xwe têbikoşin.

Şaredariya Pêrtag a AKP’î îro 12 xebatkar ji kar derxistin.  Çelîkel yê ji kar hat derxistin, got şaredariyê biryarek siyasî daye û da xuyakirin ku wê bo mafên xwe têbikoşin. Şaredariya AKP’î ya Pêrtagê bi îdiaya ‘performansa qels’ 12 kes ji kar derxistin.

EZ 24 SAETAN XEBITÎM, PERFORMANS HINCETE

Yek ji xebatkarên ku ji kar hat derxistin Abîdîn Çelîkel ji ANF’ê re axivî û got: “Şaredariyê berê 40-45 kes ji kar derxistin. Em 25 kes mabûn û 12 kesên din jî me derxistin. Ev 8-9 sal bû em dixebitin û em dikarê xwe de bibûn hoste. Tevî vê performansa me kirin hincet. Şaredariyê em 24 saetan di ferîbotê de dan xebitandin. Em ji ber nêrîna xwe ya siyasî hatin derxistin. Hemû karkerên ji kar hatine derxistin endamên Sendîkaya Genel- Îşê ne.” Çelîkel got niha 13 kesên karê xwe didomînin jî di bin tehdîda ku ji sendîkayê îsfa bikin de ne û got: “Dixwazin karkeran bînin hemberî hev. Dixwazin têkiliyên wan ji hev re qut bikin.Em dizanin ku wê du mehên din şûnde karkeran ji kar derxînin.”