'Li taxa me rîska karesatê nîne, biryara veguherîna bajariyî ji bo rantê ye'

Li navçeya Kemalpaşa ya Îzmîrê bi îdiaya ku ‘rîska karesetê’ heye biryara veguherîna bajariyî hat girtin. Şêniyên taxê ku nêzî 10 hezar kes e, nerazîbûn nîşanî vê dan û ji bo betalkirina projeyê dest bi xebatên rêxistinkirinê kirin.

Li navçeya Kemalpaşa ya Îzmîrê bi îdiaya ku ‘rîska karesetê’ heye biryara veguherîna bajariyî hat girtin. Şêniyên taxê ku nêzî 10 hezar kes e, nerazîbûn nîşanî vê dan û ji bo betalkirina projeyê dest bi xebatên rêxistinkirinê kirin.

Li navçeya Kemalpaşa a Îzmîrê li taxên Sogukpinar û Ataturk bi îdiaya ku ‘di bin rîska karasetê de ne’ biryara veguherîna bajariyî hat girtin. Di rojên bihurî de biryar di rojnameya fermî de hat weşandin û piştî vê biryarê, Wezîrê Hawirdor û Bajarvaniyê Îdrîs Gulluce û Şaredarê Kemalpaşayê Ahmet Ûgûrlû li Kemalpaşayê bi merasîmekê protokol îmze kirin û bi vê re pêvajoya fermî destpê kir. Di projeya ku tê plankirin li ser erdê 800 donimî pêk bê de, nehat aşkerakirin ku biryara rîska karasetê li gorî kîjan raporên zanistî hatiye dayîn.

DEST BI RÊXISTINBÛNÊ DIKIN

Projeya ku bi giştî ji 16 taxî pêk tê, nêzî 5 hezar hektar erd dihundirîne. Têkildarî projeya li taxa Sogukpinar û Atatuk a ku piranî Kurd û Elewî lê dijîn hat destpêkirin de ti agahî ji bo gel nehat dayîn. Piştî pêvajoya fermî hat destpêkirin, welatiyan civîn pêk anîn û têkildarî ku wê çi bikin de nîqaşan dimeşînin. Welatiyên li Komeleya Veguhestina Bajarvanî ya Lîmontepe hatin cem hev, biryar dan ku wê demek kurt de li dijî projeyê dest bi xebatên rêxistinkirinê bikin.

Şêniyên taxê ji ANF’ê re axivî û diyar kir ku ti rîska erdhêj û lehiyê ya taxa wan nîne û gotin ev bi armanca rantê hatiye kirin.

WÊ XANIYÊN WAN HILWEŞÎNIN, WAN DEYNDAR BIKIN

Şêniyê taxê Yaşar Karabulut got der barê projeyê de ne şaredariya Kemalpaşa  û ne jî rayedarekî şaredariyê agahî nedaye wan û got: “Berê du sê kes hatin.  Gotin wê xaniyên taxê bipîvin. Me nêzî 20 malan ji bo ku bipîvin nivîsî.  Lê carek din nehatin.  Navnîşana malan girtin û çûn. Kesê hatin taxê gotin wê ev xanî bên hilweşandin. Min jî got lê emê çi bibin. Gotin wê bi deyn xanî bidin wan.”

EM ERDHEJÊ HÎS NAKIN

Şêniyê taxê Tacettîn Keklîk, bi lêv kir ku têkildarî projeya li taxa Sogukpinar de agahiya tu kesî tune û got: “Wan xwe bi xwe biryar dane.  Ev 20 sale ez li virim. Min hemû keda xwe xistiye vî xanî. Gelo wê niha ez û zarokên xwe ku de biçin? Ez nekarim biçim kirê, nifûs zêde ye, kes kirê jî nade. Beyî agahiya me biryar dane. Taxa me wek herêma bi rîsk hatiye îlankirin. Ev tax taxa herî saxlem a Îzmîrê ye, dema erdhêj dibe em hîs nakin.”

EM Ê XANIYÊN XWE NEKIN XURDÊ WAN

Şêniyê taxê Necmettîn Erdogan jî got piştî wezîrê Hawirdor û Bajarvaniyê Îdrîs Gulluce hatiye taxê bi projeyê hesiya ye û got: “Ev proje ji bo rantê tê kirin. Ev lîstikeke, em nayên vê lîstikê. Taxa me ne dibin rîs û lehiyê de ye. Hîmê her du taxan jî zinarin. Gelek saxleme. Derewan dikin. Ev xanî bi zehmetiyên mezin hatin çêkirin.  Me can û xwîna xwe ev kirin. Ev behsa îslamê dikin lê tu eleqeya wan bi îslamê tune. Çima ji me re tiştekî nabêjin. Em ji rojnameyê û der û beran vê hîn dikin.”