Berxwedana Kizildere - DOSYA
Di dawiya salên 60'ê de pêşketinên li cîhanê diqewimîn , li ser cİwanên Tirkiyê jî bandorek xwe çêkiribû. Pêşengiya vê tevgerê jî ji zanîngeha destpêkiribû.
Di dawiya salên 60'ê de pêşketinên li cîhanê diqewimîn , li ser cİwanên Tirkiyê jî bandorek xwe çêkiribû. Pêşengiya vê tevgerê jî ji zanîngeha destpêkiribû.
Di dawiya salên 60'ê de pêşketinên li cîhanê diqewimîn , li ser cİwanên Tirkiyê jî bandorek xwe çêkiribû. Pêşengiya vê tevgerê jî ji zanîngeha destpêkiribû.
Di meha Îlona 1968'an de Denîz Gezmîş, Cîhan Alptekîn, Mûstafa Îlker Gurkan, Mûstafa Lutfî Kiyici, Cevat Ercîşlî, M.Mehdî Beşpinar, Selahattîn Okûr, Saîm Kûrûl û Omer Erîm Suerkan “Yekîtiya Xwendekarên Şoreşger” damezirandin.
Ne bi tenê li Stenbol li Enqerê li zanîngeha ODTU jî bi rêxistin di bûn. Li vê derê jî dest bi çalakiyan kiribûn.
Di van salan de ji bo pêşîgirtina vê tevgera ciwanan hin hewldanên hêzên tarî jî hebûn. Li herêma Ege bi navê “tevgera komando” hin kes dihatin perwerdekirin.
Di 23'ê Îlonê de li Stenbolê şoreşgerekî bi navê Taylan Ozgur, ji aliyê van hêzan ve hat qetilkirin.
Di vê navberê de li zanîngehan di nav tevgerên şoreşgeran de nîqaşên têkoşîna çekdarî hatibû destpêkirin.
Denîz û hin hevalên xwe ji bo perwerdehiya Gerîlatiyê di dawiya meha Hezîranê de di ser Dîlokê re derbasî Filîstînê bûn. Heta meha Îlonê li kampên gerîlla yên Filîstînî man û perwerdehiya çekdarî dîtin.
Di Mijdara sala 1970'î de, komek ji bo amedekariya gerîllatiyê çû çiyayên Meletiyê. Li Elbîstan li çiyayê Nûrhak kampek ava kir.
*****
Di destpêka sala 1970'î de rêxistinek bi navê THKP-C ji aliyê Mahîr Çayan, Munîr Ramazan Aktolga, Yusuf Kupelî ve hat damezirandin. Dîsa kesên wek Ertûgrûl Kurkçu, Ûlaş Bardakçi û Huseyin Cevahîr jî di vê rêxistinêde cih girtibûn.
Li aliyê din Denîz Gezmîş û hevalên wî jî dest bi çalakiyan kiribûn. Di Adara 1971'ê de li Enqerê li tesîsên” Balgat Tuslog” 4 Efserên Amerîkî revandin. Her çiqas daxwazên wan bicîh nehatin jî, wan van 4 kes di demek kurt de serbest berdan.
Piştî vê çalakiyê di 4'ê Adara sala 1971'ê de, bi daxuyaniyekê rêxistina THKO hat îlan kirin. Damezrînerên vê rêxistinê ev kes bûn: Denîz Gezmîş, Huseyîn Înan, Yûsûf Aslan, Sînan Cemgîl, Alparslan Ozdogan, Taylan Ozgur û Cîhan Alptekîn.
****
Di 12'ê Adara sala 1971'ê saet di 13.00 de di Radyoya TRT'ê de belavoka darbeyek leşkerî dihat xwendin.
Darbeya leşkerî çêbûbû û ji bo çepgir û şoreşgeran rojên dijwar destpêkiribû. Gelek şoreşger hatibûn girtin û di dadgehên leşkerî de dihatin darizandin.
Li derve jî çalakiyên wan dewam dikirin. Di 22 Gûlana sala 1971'ê de Konsolosê Îsraîl ji aliyê Mahîr Çayan û hevalên wî ve hat revandin û kûştin.
Di 1'ê Hezîranê de li Stenbolê di malek de dor li Mahîr Çayan û Huseyîn Cevahîr hat pêçandin. Di encama şer de Huseyîn Cevahîr hat kuştin, Mahîr Çayan jî birîndar hat girtin.
Li aliyê din li her derê li Deniz û hevalên wî digeriyan. Rê hatibûn girtin û kontrola nasnameyan destpêkiribû.
Denîz Gezmîş û Yûsûf Aslan bi motorsîklêtek dixwestin herin Meletiyê cem hevalên xwe yên gerîla. Motora wan di rê de xera dibe û leşker dora wan dipêçin. Ew Yusuf hevdû winda dikin. Yusuf li wê derê ew jî li Sêwasê nêzî navçeya Sarkişla li gundê Gemerek tê girtin.
***
Doza Denîz Gezmîş û hevalên wî, di 16'ê Tîrmehê de destpê kir. Li dadgehê skandal li ser skandalan pêk dihatin. Ji destpêkê de biryar hatibû dayîn û ev doz, dozek siyasî bû.
Dadgeha Enqerê, di 9'ê Mijdara sala 1971'ê de, ji ber binpêkirina xala 146. a zagona Tirkiyê ya Ceza, biryara îdama Denîz Gezmîş û hevalên wî da..
***
Hevalên wî yên li derve, ji bo xilaskirina Denîz Gezmîş ketin nav hewldanan. Biryara erîşkirina “Baregeha Amerîka ya Kurecîk” dan. Wek ku plan kiribûn, di bin fermandariya Sînan Cemgîl de dest bi çalakiyê kirin.
Beriya çalakiyê, keyayê gundê Îneklî wan îxbar dike. Di 31'ê Gulanê de şer derket û di encam de Sînan Cemgîl, Alpaslan Ozdaogan û Kadîr Manga li wê derê hatin qetilkirin. Hacî Tonak sax û Mustafa Yalşiner jî bi birîndarî bi dest ketin.
***
Li girtîgehan li dijî vê biryara îdama Denîz Gezmîş û hevalên wî, greva birçîbûnê destpêkirin.
Tevgerên din jî di serî de DHKP-C, ji bo ku Denîz û hevalên wî neyên îdamkirin di nav hewldanan de bûn.
Ji THKP-C Mahîr Çayan, Ûlaş Bardakçi, Ziya Yilmaz û ji THKO jî Cîhan Alptekîn û Omer Ayna di 30'ê Mijdara sala 1971'an de tunelek çêkiribûn û ji zîndanê baz dabûn. Û ji bo xelaskirina Denîzan li rê ê rêbazek digeriyan.
Li Tirkiyê rewşa awarte hatîbû îlankirin. Mahîr Çayan û hevalên wî li her derê dihatin şopandin. Di encama gelek nîqaşan de, derbasî herêma Derya Reş dibin.
Mahîr Çayan û hevalên xwe derbasî herêma Behra Reş bûbûn. Li Fatsa ji bo xilaskirina Denîz Gezmîş û hevalên wî, dixwestin ku çalakiyek lidar bixin.
***
Li derdora hevalên wan ji wan re hi agahiyên îstixbaratî danîn. Di agahiyekê de jî behsa li Unye radara Nato hat kirin. Û wan jî berê xwe dabû vê derê.
Di 26'ê Adara 1972'an de li Unye li radara NATO, 2 teknisyenê Îngilîz û yekî Kanadî ji aliyê Mahîr Çayan û hevalên wî ve hatin revandin. Ji bo seknandina biryara îdama Denîz Gezmîş, Huseyîn Înan û Yûsûf Aslan bi dewletê re ketin nava bazariyê.
Piştî 3 teknisiyen rehîn girtin di 28'ê Adarê de çûn Nîksarê gundê Kizildere cem hevalên xwe. Çend hevalê wan ji berê ve li wê derê bûn.
***
Di 30'ê mehê de li Kizildere dora mala ku tê de ne, ji aliyê eskeran ve hat girtin.Teslîm nebûn û şer destpê kir.
Di encamê de Mahîr Çayan, Cîhan Alptekîn, Omer Ayna, Saffet Alp, Sînan Kazim Ozudogrû, Hûdaî Arikan, Ahmet Atasoy, Ertan Sarihan, Sabahattîn Kûrt û Nîhat Yilmaz hatin qetilkirin.
Di dema şerde 3 tekniyenê ku rehîn girtibûn jî hatin kûştin.
Ertûgrûl Kurkçu di kêliyê şer de xwe dabêje kadinê û xilas dibe.
Ertûgrûl Kurkçu ji aliyê leşkeran ve di nava rojê de hat girtin û ew birin girtîgehê.
Cenazeyên 10 şoreşgeran anîne Nîksarê û radestî malbatên wan kirin.
Di vê navberê de doza Denîzan dewam dikir. Hewldanên malbat û hevalên wan jî encamek negirtibû. Dema înfazê hatibû. Di 6'ê Gulana sala 1972'an de Denîz, Huseyîn û Yûsûf li Enqereyê hatin îdamkirin. Lê têkoşîna van şoreşgeran weke pêlekê li Tirkiyê û Kurdistan belav bû.
*****
Sal derbas bûn şoreşgerên ku şopa berxwedana Kizildere dişopînin di 30'ê Adarê de li cîhê ku 10 şoreşger hatin qetilkirin têne cem hev.
Berxwedana Kizildere di dîroka têkoşîna Tirkiyê û Kurdistan de bû emsala ruhê piştgiriyê. Piştî Kizildere gelek rêxistin li ser bingeha vê îdeolojiyê hat avakirin. Kurdan jî ti carî ev berxwedan ji bîr nekirin. Gelek şoreşgerên Tirk jî di nava tevgera azadiya Kurdistan de cih girtin.