HDP: Em lê matmayî ne
HDP’ê da zanîn ku ew li dijî kesên ku 3 cenazeyên ji Edliyeya Stenbolê hatine derxistin weke serketinê pêşkêş nîşan didin, matmayî mane.

Desteya Rêveberiya Navendî ya HDP’ê, têkildarî çalakiya duh li Edliyeya Stenbolê de daxuyaniyek nivîskî da.
HDP’ê di daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku ew ji ber encamên çalakiya li Edliyeya Stenbolê derketine di nava xemginiyek mezin de ne û ji malbatên dozger M. Selîm Kîraz, Şafak Yayla û Bahtiyar Dogrûyol ên di operasyonê de jiyana xwe ji dest dan re, sersaxî û sebir xwest. HDP’ê xwest ku bûyer bi hemû aliyan bê lêkolînkirin û encamên wê bi raya giştî re bê parvekirin.
EM MATMAYÎ MAN
HDP’ê da zanîn ku ew li dijî kesên ku 3 cenazeyên ji Edliyeya Stenbolê hatine derxistin weke serketinê pêşkêş nîşan didin, matmayî mane û got, "Em careke din ji malbatên kesên ku jiyana xwe ji dest dane re sersaxî û sebrê dixwazin."