ROJANE
Hemû Nûçe
-
'Karkeran ji polîtîkayên xwe re nekin amûr'
Serokên Giştî yên DÎSK û KESK’ê bersiv dan axaftina Serokwezîr Ahmet Davutoglu ya li Sendîkaya Yol-Îş a girêdayî Turk-Îş’ê û gotin: "Karkeran ji polîtîkayên xwe re nekin amûr.” -
Leşkeran gund şewitandin, wek hemal bikaranîn û winda kirin
Leşkerên Tugaya Komando ya Bolu ku Tuggeneral Yavuz Ertuk serkêşiya wan dikir, di 1994’an de mezraya Dehla Zîrê ya girêdayî navçeya Licê ya Amedê şewitandin, 6 kesên di nav de zarok jî hebûn, ji bo çenteyên wan bikişînin, wek hemal bikaranîn. -
Heyeta Îmraliyê: Em hişyariya dawî li hikûmetê dikin
Heyeta Îmraliyê der barê rewşa heyî ya "pêvajoya çareseriyê" de daxuyaniyên girîng da û got, "Ji ber hewldanên Serokkomar ên bêqîmetkirinê, maseyê di rewşa heyî de hikmê xwe winda kiriye." -
Nivîskarê Le Monde: Avakirina Kobanê peywira me hemûyan e
Bi armanca jinûve avakirina Kobanê li Cenevreyê konferansek pêk hat. -
60 parlamenterên PE: Bila YE destekê bide ji nû ve avakirina Kobanê
60 parlamenterên PE bang li YE û welatên YE kirin ku bi awayekî aktîf destekê bidin xebatên ji nû ve avakirina Kobanê. -
Davutoglu 'kesên bi ço' dawetî 1’ê Gulanê kir
Serokwezîrê Tirk Ahmet Davutoglu, karkerên girêdayî Turk-Îş’ê li hember karker û kedkarên wê sibe tevlî 1’ê Gulanê bibin sor kir û bang li ‘kesên bi ço’ kir ku dakevin qadan. -
HDP'ê Danezana Hilbijartinê ya Elewî Bektaşî aşkera kir
Namzetên HDP'ê yên Elewî di bin serenavê "Ji gelan re wekhevî, ji baweriyan re azadî" Danezana Hilbijartinê ya Elewî Bektaşî ya ji 15 xalan aşkera kir. -
Karkerên Îş-Kûr'ê avêtin ser bernameya xwarinê ya namzetê AKP'yî
Li Wanê, karkerên Îş-Kûrê ji bo mexdûriyeta wan ji holê bê rakirin vê carê avêtin ser bernameya xwarinê ya namzetê parlamenteriyê yê AKP'ê yê Wanê Hamdûllah Şevlî û AKP protesto kirin. -
Mezza Luna Rossa alîkariyên xwe gihand Kobanê
Mezza Luna Rossa Kurdistan Îtalia (MLRKI) yekem pakêta xwe ya alîkariyê şand Kobanê. -
Namzetên HDP’ê yên Konyayê: Derbasbûna HDP'ê ji bendê ji bo Tirkiyeyê şoreş e
Namzetên parlamenteriyê yên HDP'ê yên Konyayê Huseyîn Ozkan û Şaziye Şener diyar kirin ku ji bo bibin hêviya gelên Tirkiyeyê ketine ser rê û destnîşan kirin ku derbasbûna HDP'ê ji bendê wê ji bo gelên Tirkiyeyê cejn û şoreş be. -
Fermandar Serhat bang li jinan kir
Ji Fermandariya Akademiya Huseyîn Demîrcîoglû ya li Herêmên Parastinê yên Medyayê Ararat Serhat banga "werin xaka azad û di kesayetiya xwe de guhertineke mezin biafirînin" li jinên komunîst kir. -
Raportora MPKE wê îro, heyet jî wê di 5'ê Gulanê de li Enqereyê bin
Heyeta Meclîsa Parlamenteran a Konseya Ewropayê (MPKE) ku wê beriya hilbijartinên 7'ê Hezîranê biçe Enqereyê, tevî kampanya hilbijartinê dixwaze çavdêriyê li atmosfera siyasî jî bike. -
Îşkence û tacîza li zarokan serbest e, lê li dij derketin sûc e
Derket holê ku 9 jinên ku nerazîbûn nîşanî bûyera ku sê zarokên keç ên ducanî yên li girtîgeha Şakranê rastî îşkenceyê hatine, dane, bêyî ku îfadeyên wan bên girtin, ji aliyê dozgeriyê ve bi daxwaza girtinê sewqî dadgeriya lêpirsînê hatine kirin. -
'Qedexekirina Taksîmê wêneyê tirsa ji welatiyên xwe ye'
Parlamenterê HDP'ê Hasîp Kaplan destnîşan kir ku qedexekirina Taksîmê li çalakiyên 1'ê Gulanê nîaneya tirsa hikûmeta AKP'ê ji welatiyên xwe ye û diyar kir ku tevî zext û qedexeyan jî ew ê di 1'ê Gulanê de li Taksîmê bin. -
Li hember komkujiya li dijî Elewiyan nerazîbûn
Tevgera Qizilbaşan a Şoreşger, komkujiya çeteyên cîhadîst ku li nêzî sînorê Hatayê li hember gundên Elewiyan pêk anîn şermezar kir. -
Ji rêxistina HDP’ê ya Kocaelî banga 1’ê Gulanê
Rêxistina HDP’ê ya Kocaelî, civîneke çapemeniyê li dar xist, bang li kedkaran kir ku tevlî çalakiya 1’ê Gulanê bibin. Di civînê de komkujiya Elewiyan hat şermezarkirin. -
Walîtiya Stenbolê Taksîm li rêxistinên kedê girt
Walîtiya Stenbolê, daxwaza ku 1’ê Gulanê li Taksîmê bê pîrozkirin red kir. -
Ji Suryaniyên li Swêd ji bo Kobanê alîkariya mirovî
Ji Suryaniyên ji Swêd Fîkrî Yilmaz, Orhan De Basso, James Barjaco û Cîhat Sun, ji bo piştgiriya ji gelê Kobanê re helwesteke mînak nîşan dan, zad û qutên kirîn bi TIR’ekê şandin Kobanê. -
Demîrtaş: Em dixwazin jiyaneke xweş ava bikin
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş diyar kir ku ew ê olê ji destê dewletê derxin û ji bo vê tebikoşin. Demîrtaş ev tişt anî ziman: “Em dixwazin jiyaneke xweş ji mirovahiyê re ava bikin. Em bawer dikin ku em ê vê yekê pêk bînin.” -
Li Parîsê çalakiya ‘edaletê: Sebra me nema
Kurdistanî weke her Çarşem ji bo komkujiya Parîsê di tariyê de nemîne daxwaza edalet û ronahiyê dubare kirin. -
Polîsan ji wesayîta Yuksekdag re astengî derxist
Wesayîta Hevseroka Giştî ya HDP’ê Yuksekdag di ketina Amedê de ji aliyê polîsan ve hat rawestandin. Tevî îtîrazan jî polîsan kontrola nasnameyan kir. -
Namzetên HDP’ê li her cihî rastî eleqeyeke zêde tên
Xebatên HDP'ê yên hilbijartinê li çar aliyê welat berdewam dikin. Namzetê HDP'ê yê Çewlîkê Hîşyar Ozsoy diyar kir ku heke HDP di bin bendava hilbijartinê de bibîne AKP wê di 7'ê Hezîranê de topyekûn şer bide destpêkirin . -
Li dijî faşîzmê 1’ê Gulanê li Taksîmê
Komîteya Amadekar a 1'ê Gulanê 35 karkerên di 1'ê Gulana 1977'an hatin qetilkirin li Kazanci Yokuşu bîranîn. Demîrtaş wiha bang li Serokwezîr Ahmet DavutogLu kir: "Werin di vê 1'ê Gulanê de bêyî rageşî karker bila weke cejnê cejna xwe pîroz bikin.” -
Li Êlihê pevçûna navxweyî ya AKP'ê her dewam e
Li Êlihê ku xebatên hilbijartinê yên AKP'ê bêdem sekiniye, piştî krîza namzetiyê lokala wê ya hilbijartinê veguherî Teksasê. Hemû hewldanên wezîrên AKP'yî jî dawîanîna li pevçûna navxweyî, bê encam man. -
Li Îzmîrê 3 kes hatin girtin
Li Îzmîrê 3 kes bi îdîaya ‘endamên rêxistina çekdarî ne’ hatin girtin.