Fermandar Serhat bang li jinan kir
Ji Fermandariya Akademiya Huseyîn Demîrcîoglû ya li Herêmên Parastinê yên Medyayê Ararat Serhat banga "werin xaka azad û di kesayetiya xwe de guhertineke mezin biafirînin" li jinên komunîst kir.
Ji Fermandariya Akademiya Huseyîn Demîrcîoglû ya li Herêmên Parastinê yên Medyayê Ararat Serhat banga "werin xaka azad û di kesayetiya xwe de guhertineke mezin biafirînin" li jinên komunîst kir.
Ji Fermandariya Akademiya Huseyîn Demîrcîoglû ya li Herêmên Parastinê yên Medyayê Ararat Serhat banga "werin xaka azad û di kesayetiya xwe de guhertineke mezin biafirînin" li jinên komunîst kir. Fermandar Serhat destnîşan kir ku akademiya wan li her jinên şoreşger ên dixwazin nûbûnê li gel xwe biafirînin û bibin xwedî vîn, vekiriye. Serhat got, "Em amade ne tecrûbeyên xwe bi jinan re parve dikin."
Ji Fermandariya Akademiya Huseyîn Demîrcîoglû ya li Herêmên Parastinê yên Medyayê Ararat Serhat, ji fermandarbûyîna jinê heta parastina cewherî bersiv da pirsên me.
"Fermandarbûyîna jinê" çiye? Mebesa jinên komunîst di vî warî de çi ye?
Ketina têgîna 'fermandarbûyîna jinê' li nava lîteratura me, bi hebûna me ya li vir re gihîşt astekê. Ev ast çawa ava bû? Rêhevalên jin ên li vê derê, di nava jiyanê de hîn bêhtir bûn kirde. Weke jineke komunîst, hebûna xwe li her qada jiyanê da hîskirin. Di çekê, di hemû qadên jiyanê de bû pispor. Di stratejiya leşkerî û mejî de bû pispor, dest bi afirandina taktîkan kir. Li qada xebatên polîtîk leşkerî bû xwedî vîn û hêza rêvebirinê. Vê hêza rêvebirinê li qada leşkerî xwe weke fermandarbûyîna jinê nîşan da. Fermandarbûyîna jinê li vê derê weke hebûnekê derket holê. Bê guman berê jî fermandarên me yên jin hebûn. Fermandarên me yên jin ji bo perwerdeyê çûn Bekaayê, di nava pêvajoya xebata leşkerî ya partiya me de cih girtin lê belê xwe di vê astê de îfade nedikirin. Di nava ya giştî de hebûna wan winda dibû. Niha ew ast cuda bûye. Di pênaseya fermandarbûyîn û pêşengtiya jinê de xwe nîşan da.
Fermandarbûyîna jinê têgîneke qada leşkerî ye. Bersiva vê li qada siyasî ji bo jinên komunîst çi ye?
Em dikarin bêjin 'Rêbertiya jinê'. Di vê qadê de me xwe gihandine asteke girîng. Li her du qadên cuda, ji aliyê nêrîn û pratîkê ve pisporbûyîn û asteke kûrbûnê heye.
Rolên jin û mêrantiya kevneperest, li çiyê bi çi rengî derketin pêşiya we?
Ev qat mîna qadên mêr tên dîtin. Qadeke ku bi amûrên zorê re jin bi salan li qadeke dûr dihat hiştin an jî bi hejmareke kêm jin mûtaxap dihatin dîtin. Lê belê çiya, di dîroka partiya me de ji aliyê kirdebûyîn, vînbûyîn û derketina hêza jinê ve, xwedî cihekî girîng e. Em li vê derê bi rewşên çawa re rû bi rû man? Rewşên tecrûbekirina jinê gelekî zêde xwe dan der.
Hûn behsa mêrên komunîst dikin?
Belê. Yên xwedî têkoşîneke 20 salan an jî 5 salan; cudahî nîne. Bi teqezî şopên mejiyê serdestiya mêr hene. Nêzîkatiyên tecrûbekirina jinê, nasnekirina jinê, li cihên mêr hebin mûxatapnegirtina jinê yan jî bi helwesta qelskirina vîna wê mûxatapgirtina jinê her tim hebûn.
JI RÊHEVALTIYA JINÊ BER BI FERMANDARBÛYÎNA JINÊ
Ji aliyê jinê ve rewş çi ye?
Ji aliyê rêhevalên me yên jin ve jî yek ji pirsgirêkên bingehîn ew bû, ku berê xwe didan rêbaza mêraniyê. Qada leşkerî hişk e, divê tu fermanan bidî. Ji ber vê yekê me hewl dan rêbazeke jinê bidin rûniştandin û di vê mijarê de em bi pêş ketin.
Li van çiyan, wan li dijî serdestiya mêr têkoşîneke bi çi rengî meşandin?
Di fermandarbûyîna jinê û weke vîna jinê afirandina xwe de, rêhevalbûyîna jinê xwedî cihekî girîng e. Li gel rêhevalbûyîna jinê me li van qadan sîstem ava kirin û xwe sipartin hêza van sîstemên xwe. Di civîn û platformên xwe yên rojane û heftane de me bi teqezî pirsgirêkên têkoşîna azadiya jinê nirxandin. Bi vî rengî me têkoşîneke hemdemî danîn pêşiya xwe. Ji bo fêmkirina rast a rewşê, me rêbaza li gorî şexs meşand. Bi rêbazeke jinê ya ku zextê nake, hukim nake û biçûk naxînin, tevgeriyan. Li dijî mêrbûyîn an jî rêbaza mêr, me bi hişmendiya zayendî têkoşîn meşandin. Nêrîna leşkerî divê xwe bigihîne hişmendiya zayendî. Ev nebe meyla mêrbûyînê destpê dike.
LI DIJÎ MÊRAN HIŞMENDIYA ZAYENDÎ
Beşdariya jinan li Akademiya Huseyîn Demîrcîoglû di kîjan astê de ye?
Ji aliyê beşdariya jinan ve di dewreyên destpêkê de rewş baştir bû. Mirov dikare behsa giraniyeke jinê jî bike. Lê belê bi demê re asta tevlîbûna jinê ne li gorî dilê me ye. Bê guman jinên me hene, lê belê asta tevlîbûnê ne li gorî perspektîfa şoreşa jinê ye. Eger em di asta stratejîk de dinirxînin wê demê divê rêhevalên me yên jin bên qadên polîtîk leşkerî, di pêvajoyên perwerdeyê re derbas bibin û dest bidin amûrên zorê. Çek di destê mirovan de nebe jî, mirov zanibin bikar bînin, ev baweriyeke din dide mirovan."
EM LI BENDA JINAN E
Ji bilî perwerdeyên tevlîbûna tevlîhev, ji bo zêdekirina beşdariya jinan hûn difikirin ku dewreyên jinê yên xweser vekin?
Yek ji xeyalên min jî avakirina dewreyeke jinê ye. Dewreyeke ku ji her alî ve ji jinan pêk tê, hemû qadên jiyanê ji aliyê jinan ve tên birêxistinkirin û perwerde jin bi xwe didin. Eger hemû jinên partiyî dest bidin van amûran; bawer bikin wê rê li ber guhertineke mûezem veke û bibe wesîle ku hunerên wan ên veşartî derkevin holê. Rêhevalên jin ên dibêjin 'Ez nikarim, nikarim bibezim, nikarim bimeşim', li vê qadê xurt dibin û bi hêzeke mezin ji vir derdikevin holê. Her rêhevaleke jin a ciwan a MLKP'î divê bi teqezî destê xwe bide vê axa azad. Ne tenê rêhevalên me yên jin ên MLKP'yî, her jineke şoreşger a dixwaze bibe xwedî vîn, di kesayetiya xwe de nûbûnê biafirîne, em dixwazin bizanibin ku akademiya me li wan vekirî ye. Em amade ne tecrûbeyên xwe bi jinan re parve bikin.
Piştî qetilkirina Ozgecan, di hin çalakiyan de jin bi 'çoyên sor' daketin qadan. Li ser rê û rêbazên xweparastina jinê ji kujeran, nîqaşan destpê kirin. Bi kurtasî parastina cewherî ket rojeva jinan. Parastina cewherî çi ye? Têkoşîna azadiya jinê dikare parastina cewherî li bajaran bi çi rengî bicih bîne?
Parastina cewherî, li vê xaka ku şîdeta li dijî jinê derketiye asta herî bilind û rojane 4-5 jin lê tên qetilkirin de, tiştekî gelekî lezgîn e. Em vê yekê nikarin bi guhertinên parlamenteriyê bi dest bixin. Ev tiştekî hîn bêhtir bingehîn e. Ne pirsgirêkeke rojane ye bê çareserkirin. Lewma ya divê em bikin, parastina xwe ye. Li zemîna demokratîk têkoşînek dikare were meşandin, lê belê çareseriya esasî ne li wir e. Jinên bi çoyên sor derketin holê, şêweyên cezakirinê hatin meşandin. Em van gelekî girîng dibînin. Divê ev zêde û bi rêk û pêk bibin. Bibe mînak. Eger jin vîna xwe, hêza xwe, xeta xwe ya têkoşînê ya yekbûyî karibe ava bikin û ji vir têkoşîneke kolektîf bimeşînin, hingî wê karibin jiyanê ewle bikin. Jinên bên vê derê û perwerdeyê bibînin, wê bigihêjin wê astê ku karibe her tiştê ji bo parastina wê pêwîst, bikar bîne. Wê karibe kêrê, ço, çekê bikar bînin. Kevir bi xwe jî dema em bixwazin, em dikarin veguherînin çekekê. Ji aliyê yekîneyên jinê ve çalakiyên polîtîk leşkerî ve dikarin werin lidarxistin. Di vê mijarê de jî afirînerî gelekî girîng e. Pêwîste bi mînakan têkoşîn were dayîn. Ji vê derê ez jinên bi çoyên sor, silav dikim.