HDP'ê Danezana Hilbijartinê ya Elewî Bektaşî aşkera kir

Namzetên HDP'ê yên Elewî di bin serenavê "Ji gelan re wekhevî, ji baweriyan re azadî" Danezana Hilbijartinê ya Elewî Bektaşî ya ji 15 xalan aşkera kir.

Namzetên parlamenteriyê yên HDP'ê yên Elewî, li Salona Premîûm Bella ya li Okmeydani ya Stenbolê, Danezana Hilbijartinê ya HDP'ê ya Elewî Bektaşî aşkera kirin. Di civîna aşkerakirina danezanê de namzetên parlamenteriyê yên HDP'ê yên Stenbol, Mersîn û Dêrsimê Alîcan Onlu, Alî Kenanoglû, Tûrgût Oker û Çîlem Oz, Hevserokên HDP'ê yên Stenbolê Ayşe Erdem û Cesîm Soylû, endam û nûnerên Komeleya Elewiyan a Demokratîk, Federasyona Elewî Bektaşî, Weqfa Çandê ya Anatolî ya Haci Bektaşî Welî, Komeleyên Çandê yên Elewiyan, Rêxistinbûyîna Pîr Sûltan Abdal û Komeleya Çandê ya Elewiyan a Hûbyar Sûltan, amade bûn.

Di civîna çapemeniyê ku bi Lokma Gulbang a Pîrê Elewiyan Alî Haydar Gokten destpê kir de, Hevseroka HDP'ê ya Bajêr Ayşe Erdem, beşdar silav kir. Piştî axaftina vekirinê ya Hevserokê HDP'ê yê Stenbolê Cesîm Soylû, namzeta parlamenteriyê ya HDP'ê ya Mersînê Çîlem Oz û namzetê parlamenteriyê yê HDP'ê yê Stenbolê Alî Kenanoglû Danezana Hilbijartinê ya Elewî Bektaşî xwendin.

Li gorî danezanê;

Nasnameya Elewî bê şert û merc wê were naskirin.

Serokatiya Karên Diyanetê wê were rakirin, destê dewletê ji nava karên ol û baweriyan were kişandin, karên ol û baweriyan wê ji qada sivîl re bê hiştin. Bi vî rengî wê ferasetek laîktiya azadîparêz bikeve meriyetê.

Dersên olî yên ji neçarî wê werin rakirin, dest ji feraseta dînkirina perwerdeyê bê berdan, her kes wê karibe bi zimanê xwe yê dayikê perwerdeyê bibîne.

Malên Cem wê bibin xwedî statuya îbadetxaneyan, dergah û hemû navendên baweriyê yên hatine desteserkirin û girtin, wê li xwediyên wan bên vegerandin.

Wê destûr neyê dayîn ku li gundên Elewiyan mizgeft were çêkirin, erkdarkirina wezîfedarên olî li mizgeftên heyî bên sekinandin û yên hatine wezîfedarkirin jî bên vekişandin.

Wê dawî li guhertina navên cihan ku parçeyek ji asîmîlasyona çandî ye bê anîn, navên rastîn werin vegerandin.

Wê dawî li Santralên Hîdro Elektrîk (HES), santralên nukleerî, bendav û çêkirina qereqolên gefê li nirxên pîroz ên Elewiyan dixwin û qadên jiyana çandî ji holê radikin, bê anîn. Projeyên veguherîna bajarî ku rê li ber hilweşîna demografîk û çandî vedikin bên sekinandin.

Li qadên kar ên cemawerî û taybet, wê ji bo Elewiyan kota bê naskirin, di xebitandinê de firsedan wekheviyê bê dayîn.

Hemû gotin û heqaretên li hemberî Elewiyan û komên din ên ol û mezhebî, wê weke sûcê nefretê werin qerbûlkirin, tedbîr li hemberî van bê girtin û li dijî vê pêkanînên qanûnî bên meşandin.

Ji bo jinên Elewî yên ji ber nasnameyên xwe yên zayendî û baweriyê du caran li zextê rast tên û ji aliyê qadên civakî, çandî, siyasî û îktîsadî ve nayên dîtin, desteka pozîtîk were dayîn.

Ji ber destwerdanên emperyalîst ên li Rojhilata Navîn û hovîtiya DAIŞ, El Qaîde, El Nûsra û Boko Haram, wê destek û piştgirî ji Elewîû hemû gelên bê parastin ên li Rojhilata Navîn û Tirkiyey^re were dayîn.

10 xalên mutebeqeta Dolmabahçeyê ku ji aliyê aliyan ve ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd, pirsgirêka Elewiyan, pirsgirêka jinê, pirsgirêkên ekolojîk û demokratîk hat pejirandin, wê weke çarçoveya pîvanî ya bingehîn a muzakere û pêvajoya çareseriyê were parastin.

Di her rewşê de wê li dijî sîstema serokatiyê were derketin, ku ev sîstem ê otorîterbûyîna dewletê û dîktatoriya yek kesî bi xwe re bîne.

Wê çêkirina destûra bingehîn a demokratîk, civakî, ekolojîk, laîk, azadîparêz û wekhev a hemû ziman, çand, bawerî û nasnameya vedihewîne nava xwe, ku civata Elewî bi salane tîne ziman, weke karekî were bê dîtin.