Belgeyên Kongreya 12'emîn a PKK'ê hemû di hejmara Gulanê (521) a rojnameya Serxwebûnê de hatin weşandin. Perspektîfa ku Rêber Apo ji Îmraliyê şand kongreyê, cara yekemîn li rojnameya Serxwebûnê hate weşandin. Li gel perspektîfa ji peyamên dîrokî, metna giştî ya axaftinên destpêk û girtinê yên Kongreyê, biryarên hatin wergirtin û nêrînên delegeyan jî hatin weşandin.
Di hejmara Gulanê de her wiha nivîsên li ser jiyana têkoşînê ya rêveber û kadroyên damezrîner ên PKK'ê Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn jî hene. Wekî din têkildarî Pelîn Zozan (Pelîn Yilmaz) a ku meha derbasbûyî şehadeta wê hate ragihandin, Ozan Mizgîn (Gûrbet Aydin) û şoreşgerên Tirkiyeyî 'Sê Şitil' nivîs hatin weşandin.
'HÊVÎ Û BAWERIYA MIN A JI BO SERKETINÊ MEZIN E'
Rêber Apo bi perspektîfa ji 20 rûpelî û nameya ji 4 xalan beşdarî Kongreya 12'emîn a PKK'ê bû. Rêber Apo di perspektîfa xwe de got, "Ev civînên me bi xwe jî dibe ku nîvê çareseriyê bin. Ji niha û pê ve jî wê pêwîstî bi hewldaneke cewherî û hêja hebe. Hêvî û baweriya min a ji bo serketinê mezin e." Rêber Apo sernavên têkildarî serdema nû jî bi 7 xalan vedibêje. Sernavên xalên navborî bi vî rengî ne:
1- Xweza û wate
2- Xwezaya civakî û pirsgirêk
3- Di civaka dîrokî de dubendiya dewlet û komunê
4- Modernîte
5- Rastiya Kurd û Kurdistanê
6- PKK û fesixkirin
7- Perspektîfên dema nû
Rêber Apo dema ku perspektîfa dema nû pêşkêş dike, dibêje 'Meseleya fesixkirinê ji bo me rojeveke nû nîne'. Destnîşan dike ku têkildarî fesixkirina PKK'ê; pirsgirêk bi tena serê xwe fesixkirin nîne, bi aliyên xwe yên erênî û neyînî bi mehan dibe ku pêwîstî bi nîqaşkirinê hebe û li ser sedema wê jî dibêje: 'Ji ber ku em qala avaniyeke bi tenê nakin. Em qala guhertina mejî û kesayetiyê ya bingehîn dikin. Jinûve avabûn herî zêde bi vî rengî dibe. Ji bo pêvajo bi rengekî çêker bi rê ve biçe û bigihêje encamê divê mirov ecele neke."
BERPIRSYARIYA AFIRANDINA ÇARÇOVEYA TÊGÎNÎ Û TEORÎK
Rêber Apo bi van gotinan, wezîfeyan bi bîr dixîne: 'Perspektîfa me ya serdema nû li ser bingeha neteweya demokratîk, eko-aborî û komunalîzmê jinûve avakirina civakê ye. Ji bo bingeha felsefî ya vê avakirinê bê danîn, aliyên wê yên îdeolojîk û bi civaka berfireh bibe xwedî beden, berpirsyariya me heye ku em çarçoveya teorîk û têgînî biafirînin'. Her wiha rêgeha ku meş lê bê kirin jî bi vî rengî vedibêje:
"Bêguman nêta aliyan dibe ku cuda bin. Lê belê gava tê avêtin, yan jî banga hate kirin ji aliyê cewherî ve rast e... Em hêmanên îdeolojîk, bernameya pratîkî û aliyên taktîk stratejîk ên paşerojê ava dikin. Civaka demokratîk bernameya siyasî ya vê demê ye. Dewletê ji xwe re nake armanc. Siyaseta civaka demokratîk siyaseta demokratîk e. Komun bi xwe jî komuna demokratîk e. Rast nîne ku ji hev cuda bin. Civaka komun demokratîk e. Ji civaka rojane re divê mirov civaka demokratîk bibêje. Sosyalîzma demokratîk jî tê wateya civakîbûna demokratîk. Dîrokeke çawa ya dewletê hebe dîrokeke komunê jî heye... Jiyana azad a gelan bi komunê dibe. Çawa ku netewe dewlet çeka kapîtalîzmê be çek û pîvana damezrîner a gelan jî komun e. Ev civaka komun li ser şaredariyan dikare bê birêxistinkirin. Ji aliyê teorîk û pratîkî ve dikare bê kirin. Lê belê bi hesasiyet û têkoşîneke antî kapîtalîst a rasteqîn ev yek dikare pêk were."
SÊ LINGÊN MODERNÎTEYÊ
Rêber Apo rexnekirina kapîtalîzmê û alternatîfa wê jî bi vî rengî kurteber dike: "Ji bo derbasbûna ji modernîteyê û sosyalîzma reel a ku xizmetê jê re dike, me hewl dan analîzeke nû, teoriyeke sosyalîst a alternatîf biafirînin. Navê wê jî kir Modernîteya Demokratîk. Neteweya demokratîk xist şûna netewe dewletê, komun-komunalîste xist şûna kapîtalîzmê û eko-aborî xist şûna endustralîzmê û analîzên vê yekê afirand. Me pergala xwe ya civaka azadîparêz a li ser têkiliya bi hev re ya van analîzên li ser sê hêmanan weke Modernîteya Demokratîk pênase kir, kir nivîs û me dît ku di asteke girîng de ji civakê bersivê werdigire.
Bêguman sernavên jêrîn ên van sê qadan hene. Mînak, parçeyekî girîng ê komunalîteyê azadiya jinê ye. Her wiha polîtîka, exlaq û hwd. dikarin bêne vegotin. Em ê van hemûyan bi berfirehî binirxînin. Têrker e ku temamiya vê pergalê weke Modernîteya Demokratîk bê pênasekirin. Pênaseyên mehşerê yên di ol de tê kirin, ne tenê ji bo cîhana din, her wiha ji bo vê cîhanê jî derbasdar e. Xeteriya ku pirtûkên pîroz balê dikişînin ser, dibe ku ev be. Modernîteya kapîtalîst mehşerê li mirovahiyê ferz dike."
KONFEDERALÎZMA HERÊMÊ
Rêber Apo destnîşan dike ku eger armancên serdema nû bi ser bikevin wê "Ne tenê ji bo Kurdan û Kurdistanê, her wiha ji bo herêmê jî serketinên girîng bi xwe re bîne. Serketina di vir de wê bandorê li Sûriye, Îran û Iraqê jî bike. Komara Tirkiyeyê wê bibe xwedî wê şensê ku hem xwe nû bike, bi demokrasiyê tacîdar bike hem jî pêşengiyê ji herêmê re bike." Rêber Apo her wiha balê dikişîne ser wezîfeya dijber û aliyên pêvajoyê:
"Dikarim bibêjim ku ti qîmeta dijberên pêvajoyê nîne. Wê têk biçin. Lê belê ji bo pêkhatina vê jî berpirsyarî dikeve ser milê aliyan. Li gel encamên herêmî yên vê pêvajoyê, wê encamên xwe yên enternasyonal jî hebin. Konfederalîzma Herêmê weke pêwîstiyeke mutleq xwe dide pêş... Lê belê ev çareserî di heman demê de enternasyonaleke nû jî ferz dik..."
SOSYALÎZMA CIVAKA DEMOKRATÎK
Rêber Apo bi vî rengî dest bi nameya xwe ya dîrokî ya 27'ê Nîsanê dike:
"Hevrêyên Hêja!
Piştî 52 sal, mehek û hefteyek ji dîroka me ya têkoşînê, em bi rengekî fermî serdemeke dîrokî li pey xwe dihêlin. Bi wateyeke din a şênber, em dixwazin ji sosyalîzma bi armanca netewe dewletê derbasî serdemeke dîrokî ya ji sosyalîzma civaka demokratîk bibin. Çawa ku dawî û destpêka her tiştî heye." Di dewama nameyê de çar xalên bingehîn ên divê li paş bêne hiştin û hincetên wê vedibêje.
'JI BO DESTPÊKEKE NÛ'
Rojnameya Serxwebûnê ragihand ku hejmara wê ya Gulanê hejmara dawî ya weşana wê ya bê navber a 44 salan e. Serxwebûnê di hejmara dawî de ku bi manşeta 'Israra di mirovahiyê de israra di sosyalîzmê de ye' hate weşandin, bi sernavê 'Ji bo destpêkeke nû' xatir ji xwendevanên xwe xwest:
"Serxwebûn ku bû dengê Berxwedana Kurdan a Hemdem, leheng û qehremanên Kurdan, Kurd ên azad, Kurdistanê û Şoreşa Azadiyê ya Jinê ku mohra xwe li sedsala 21'ê xist, bi vê hejmarê re dawî li weşana xwe tîne. Eşkere ye ku bidawîkirina weşana Serxwebûnê bidawîbûnek nîne, lê belê hewldanek ji bo avakirina zemîna destpêkên nû ye. Ji bo organên nû yên weşanê ku li gorî rastiya îdeolojîk û teorîk a şaristaniya demokratîk weşanê bikin, ev hewldan pêşîvekirin e. Lewma mîrtaya Serxwebûnê ku mohra xwe li demeke dîrokî xist, wê di dema nû de di nava organên nû yên weşanê de bi rola xwe rabe. Bû dengê bilind ê berxwedana dema lehengiyê ya gelê Kurd. Bû dibistana rasteqîn ku şoreşger û welatparêzên Rêber Apo perwerde kir.
Her tişt ji bo destpêkên nû û hîn xurt!..
Ruh û hişmendiya Serxwebûnê wê her hebe!.."