Leşkerên Tugaya Komando ya Bolu ku Tuggeneral Yavuz Ertuk serkêşiya wan dikir, di 1994’an de mezraya Dehla Zîrê ya girêdayî navçeya Licê ya Amedê şewitandin, 6 kesên di nav de zarok jî hebûn, ji bo çenteyên wan bikişînin, wek hemal bikaranîn. Sê kesên ku leşkeran bi xwe re birin jî, tevî ku 21 sal di ser re derbas bûye, agahî jê nehatin girtin.
Di 17’ê Gulana 1994’an de leşkerên girêdayî Tugaya Komando ya Boluyê ku Tuggeneral Yavuz Erturk li serê wan bû, bi ser mezraya Dehla Zîrê de girtin û ji gundiyan xwestin ku malên xwe terk bikin. Xaniyên li mezrayê tevî alavan hatin şewitandin.
Leşker dema ji gund veqetiyan, 6 kes ji bo ku barê wan bikişînin, ligel xwe birin. Ji wan 6 kesan 3 kes berdan û Servet Îpek (15), Îkram Îpek (19) û Seyîthan Yolur bernedan. Ji wê rojê û şûn ve agahî ji wan nehat girtin.
Dê û bavên, birayên Îpek, Fatma û Abdulrezzak Îpek, bi salan serî li Walîtî, Qeymeqamtî û ÎHD’ê dan û emrê wan têrî ku aqubeta zarokên xwe hîn bikin, nekir.
EM DIXWAZIN CIHÊN LÊ HATINE ÇALKIRIN HÎN BIKIN
Kurê apê wan Azammetîn Îpek niha têkoşîna vê dide. Îpek got wan hêviya xwe ji jiyana pismamên xwe birîne û got ku qet nebe bila cihê ku defin kirine, bêjin.
Îpek got: “Di 17’ê Gulana 1994’an de hemû xaniyên mezrayê tên şewitandin. Ji malbata Yolur 4 kesan dibin. Ji wan Seyîthan Yolur jî hîna winda ye. Tugaya Komando ya Boluyê li herêmê bû. Mezraya Dehla Zîrê û gundên derdorê heman rojê şewitandin. Nehiştin em ti tiştekî xwe bigirin. Hemû xaniyên me li ber çavên me şewitandin. Leşkeran piştî mezra şewitandin, Servet, Îkram û sê birayên Yolur ku Seyîthat Yolur jî winda kirin, bi xwe re birin. Piştî demekê 3 birayên Yolur hatin. Me ji wan pirsî, wan jî nedizanî. Gotin; leşkeran em li erdê dirêj kirin, bi ço li bin lingê me dixistin. Ji me re gotin em li lingê kê bixin bila ew birevin. Em jî reviyan. Servet, Îkram û Seyîthan li wir man.’ Tenê em vê dizanin.”
DÊ Û BAV BI HESRETA WAN MIRIN
Azammetîn Îpek bi lêv kir ku bi salan serî li Walîtî, Qeymeqamtî û Leşkeriyê dane û lê ti encam negirtine. Îpek wiha pê de çû: “Amûjna min bi salan li zarokên xwe geriya. Serî li her derê dan. Bi hesreta her du zarokên xwe mir. Apê min jî bi heman awayî mir. Ev bi salane em li wan digerin. Lê me şopa wan nedît. Hêviya me ji jiyana wan tine. Lê em dixwazin fêr bikin ku li ku derê hatine definkirin.
DMME’Ê TIRKIYE MAHKUM KIRIBÛ
Malbata Îpek û Yolur serî li Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê dabûn û serlêdan di 2004’an de bi encam bibû. DMME’ê ji windabûna sê kesî Tirkiye berpirs dîtibû û bi giştî bi 58 hezar û 400 Euro tazmînatê hatibû mahkumkirin.