Komîteya Amadekar a 1'ê Gulanê 35 karkerên di 1'ê Gulana 1977'an hatin qetilkirin li Kazanci Yokuşu bîranîn. Demîrtaş wiha bang li Serokwezîr Ahmet DavutogLu kir: "Werin di vê 1'ê Gulanê de bêyî rageşî karker bila weke cejnê cejna xwe pîroz bikin.”
ANF
STENBOL
çarşem, 29 avrêlê 2015, 15:45
Komîteya Amadekar a 1'ê Gulanê 35 karkerên di 1'ê Gulana 1977'an hatin qetilkirin li Kazanci Yokuşu bîranîn. Demîrtaş wiha bang li Serokwezîr Ahmet DavutogLu kir: "Werin di vê 1'ê Gulanê de bêyî rageşî karker bila weke cejnê cejna xwe pîroz bikin.”
Komîteya Amadekar a 1'ê Gulanê 35 karkerên di 1'ê Gulana 1977'an hatin qetilkirin li Kazanci Yokuşu bibîr anî. Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş, Sekretera Giştî ya DÎSK'ê Arzu Çerkezoglu, Hevserokê Giştî yê KESK'ê Lamî Ozgen, Seroka Giştî ya EMEP'ê Selma Gurkan, Yekîtiya Tabîbên Tirk (TTB), Namzetên HDP'ê yên Stenbolê û gelek kesên din tevlî bernameya bîranînê bûn. Di bîranînê de pankarta "Bijî Yek Gulan" hate vekirin û dirûşmên, "Bijî Yek Gulan", "Li hemberî faşîzmê mil bidin hev" û "Şehîdên şoreşê nemir in" hatin berzkirin. Piştî rêzgirtinê li ser navê Komîteya Amadekar a 1'ê Gulanê Sekretera Giştî ya DÎSK'ê Arzu Çerkezoglu axivî.
'EM 1'Ê GULANÊ DI BIN SIYA MIROVÊN ÇEKDAR DE DERBAS NEKIN'
Çerkezoglu axaftina xwe bi bîranîna kesên di pîrozbahiyên 1'ê Gulanê de hatin qetilkirin destpê kir û wiha got: "Em di 1'ê Gulana 1977'an bi mîlyonan li vir bûn. Hêvî li vir bû. Provokasyona dewletê li vir bû." Çerkezoglu 1'ê Gulanê yên di salên 2010-2011'an bibîr xist û kesên li Qda Taksîmê ber xwe dan silav kirin.
'TAKSÎM BÛ TIRSA XEWA DESTHILATDARAN'
Hevserokê Giştî yê KESK'ê Lazmî Ozgen jî diyar kir ku Qada Taksîmê bûye tirsa xewna desthilatdaran. Ozgen bal kişand ser girîngiya nasnameya Qada Taksîmê û wiha got: "Nasnameya dewletê ya polîtîk û bîrdozî heye. Sekna wan a li hemberî Taksîmê ji ber nasnameya wan a çînî ye."
Piştî axaftinan qurnefîl danîn Kazanci Yokuşu.
'QEDEXEYA TAKSÎMÊ QEDEXEYA 1'Ê GULANÊ YE'
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş jî bersivên rojnamegeran da û diyar kir ku Qada Taksîmê li Tirkiyeyê bûye sembola 1'ê Gulanê û wiha got: "Ez ê mînakekê bidim bila wek mubaxele neyê dîtin. Misilman ji bo bibin Hecî diçin Kabeyê Musewî jî diçin Qudsê. Navendên baweriya olan hene. Mabet hene. Ji bilî wan cihan li ti cihên din nayên kirin. Ez weke baweriyeke olî nabêjim. Lê ev der jî bo karkeran gelek girîng e. Heke li vir 1'ê Gulanê neyê pîrozkirin wê rojê li Tirkiyeyê 1'ê Gulanê nehatî pîrozkirin tê hesibandin. Qedexeya Taksîmê qedexeya 1'ê Gulanê ye."
DEMÎRTAŞ BANG LI DAVUTOGLU KIR
Demîrtaş wiha bang li Serokwezîr Ahmet DavutogLu kir: "Werin di vê 1'ê Gulanê de bêyî rageşî karker bila weke cejnê cejna xwe pîroz bikin. Em jî weke siyasetmedar li cem karkeran cih bigirin. Bi taybet Birêz Serokwezîr berpirsiyarî li cem te ye. Divê teqez Qada 1'ê Gulanê ji pîrozbahiyê re bê vekirin. Em weke HDP mafdariya sendîkayan di cih de dibînin. Ji bo ti şîdet pêk neyê em ê kedê bidin."
Piştî bîranînê endamên komîteyê derbasî Şîşhaneyê bûn û Mehmet Akîf Dalci yê ku di 1'ê Gulana 1989'an de hatin qetilkirin bibîr anîn.