Raportora MPKE wê îro, heyet jî wê di 5'ê Gulanê de li Enqereyê bin

Heyeta Meclîsa Parlamenteran a Konseya Ewropayê (MPKE) ku wê beriya hilbijartinên 7'ê Hezîranê biçe Enqereyê, tevî kampanya hilbijartinê dixwaze çavdêriyê li atmosfera siyasî jî bike.

Heyeta Meclîsa Parlamenteran a Konseya Ewropayê (MPKE) ku wê beriya hilbijartinên 7'ê Hezîranê biçe Enqereyê, tevî kampanya hilbijartinê dixwaze çavdêriyê li atmosfera siyasî jî bike. Raportora MPKE Josette Dûrrîeû wê ji îro û pê ve dest bi çavdêriyên xwe yên li Tirkiyeyê bike. Heyeta MPKE jî wê di 5-6'ê Gulanê de ji bo hilbijartinê biçe Enqereyê.

Heyet, tevî Serokê Meclîsê wê bi Wezîrê Karên Derve û parlamenteriyê Tirkiyeyê yên di bin sîwana MPKE de ne, hevdîtinê bike.

Heyeta MPKE her wiha wê bi nûnerên hin partiyên beşdarî hilbijartinan dibe re hevdîtinê bike.

Di çarçoveya serdana xwe de heyet wê bi serokê Desteya Hilbijartinê ya Bilind, serok û endamên RTUK'ê, nûnerên medya, saziyên civakî yên sivîl û derdorên dîplomatîk re hevdîtinan bike.

Heyeta berfireh a MPKE ya ji 32 kesan jî wê ji bo şopandina hilbijartinan di meha Hezîranê de li Tirkiyeyê be.

Navên di nava heyeta MPKE ya di 5-6'ê Gulanê de biçe Tirkiyeyê cih digirin, bi vî rengî ye:

Tim Kox (Endamê Keskiyên Hollanda û serokê heyetê), Melîta Mûlîc (ji sosyalîstên Krowatyayê), Volodymyr Arîev (Ûkrayna), Ingeborg Godskesen (Norwêc), Andrea Rîgonî (Îtalya), Josette Dûrrîeû (Raportora MPKE).

RAPORTORA FRANSAYÎ WÊ ÎRO LI TIRKIYEYÊ BE

Raportora Konseya Ewropayê parlamentera Fransayî Josette Dûrrîeû ya di nava heyetê de cih digire, wê ji îro û pê ve li Enqereyê hin rêze hevdîtinan bike. Dûrrîeû, li Stenbolê tevî oldarên Xiristiyan wê bi oldarên civata Elewiyan û nûnerên saziyên civakî yên sivîl re jî hevdîtinan bike.

Dûrrîeû wê di 2-3'ê Gulanê de bajarên li ser sînorê Sûriyeyê ziyaret bike û bi rayedarên li Riha û Pirsûsê re rûnê. Dûrrîeû her wiha wê ji rêveberên AFAD'ê, saziyên alîkariya însanî û nûnerên medyayê jî agahiyan werbigire.

Josette Dûrrîeû plan dike ku di 4'ê Gulanê de bi endamên hikûmetê yên di hevdîtinên Îmraliyê d cih digirin, wezîran û heyeta HDP'ê re hevdîtinan bike.