Li Êlihê pevçûna navxweyî ya AKP'ê her dewam e

Li Êlihê ku xebatên hilbijartinê yên AKP'ê bêdem sekiniye, piştî krîza namzetiyê lokala wê ya hilbijartinê veguherî Teksasê. Hemû hewldanên wezîrên AKP'yî jî dawîanîna li pevçûna navxweyî, bê encam man.

Li Êlihê ku xebatên hilbijartinê yên AKP'ê bêdem sekiniye, piştî krîza namzetiyê lokala wê ya hilbijartinê veguherî Teksasê. Hemû hewldanên wezîrên AKP'yî jî dawîanîna li pevçûna navxweyî, bê encam man. Tê gotin ku Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan ê ku di 2'ê Gulanê de tê Êlihê, wê dest li rewşê werde.

Di hilbijartinên giştî yên 7'ê Hezîranê de hêviya gel a ji partiyên siyasî li ber bidawîbûnê ye. AKP a ku li Kurdistanê bi argumanên 'soza kar', 'îhaleyan' xwe li ser piyan girt, ew jî li ber qedandinê ye. Hevrikiya 'axayên eşîran' ên li Êlihê ji bo di rêza yekemîn a AKP'ê ya Êlihê de cih bigirin, bi cînayetê bi encam bûbû. Piştî îstifaya namzetê rêza duyemîn ê AKP'ê M. Emîn Ekmen, li lokala hilbijatrinê ya AKP'ê çek hatibû bikaranîn û kesek miribû. Bûyerên li lokala hilbijartinê ya AKP'ê qewimîn, ne kêmî dîmenên 'Teksas' ên fîlmê sînemayê bûn. Piştî van bûyeran derket holê ku endamên partiyê jî di nav de kes neçûye lokala hilbijartinê. Tevî ku Navenda Giştî ya AKP'ê gelek wezîr û alîkarên serokê giştî ji bajêr re şand jî, nekarî pêşî li aloziya bi xwînî ya di navbera AKP'yiyên ketine nava şerê qoltixê bîne.

Ev pevçûna namzetên AKP'ê yên di oxira rantê de, li nava gel rê li ber nerazîbûneke mezin vedike. Tê gotin ku Serokkomar Erdogan di 2'ê Gulanê roja Şemiyê de, piştî merasîma vekirinê wê dest li rewşê werde. Di nava kûlîsên siyasî yên li bajêr de tê gotin, ku ji ber Serokê Giştî yê AKP'ê Ahmet Davûtoglû jî nikare pêşî li pevçûna desthilatdariyê ya li nava AKP'ê bigire, Serokkomar tê.

Ji nû ve namzet nîşandana Ahmet Unal ê ku di dema bihurî de parlamenterî kir û navê wî bi rantên di îhaleyan de her hat bilêvkirin û di oxira namzetiya Unal de kuştina Abîd Nasiroglû, AKP'ê li Êlihê tengav dike. Tê gotin ku hin ji eşîrên Kurd ên di tevahiya dîroka Komarê de cihê xwe di nava partiyên desthilatdariyê de girtibûn, wê di rojên pêş de tevlî HDP'ê bibin.