Îşkence û tacîza li zarokan serbest e, lê li dij derketin sûc e
Derket holê ku 9 jinên ku nerazîbûn nîşanî bûyera ku sê zarokên keç ên ducanî yên li girtîgeha Şakranê rastî îşkenceyê hatine, dane, bêyî ku îfadeyên wan bên girtin, ji aliyê dozgeriyê ve bi daxwaza girtinê sewqî dadgeriya lêpirsînê hatine kirin.
ZEYNEP KÛRAY / ANF
STENBOL
pêncşem, 30 avrêlê 2015, 07:38
9 jinên SDP’î û endamên Rastiya Tirkiyeyê ku bertek nîşanê bûyera 3 zarokên keç yên ducanî yên li girtîgeha Şakranê di hucreyên yek kesî de rastî îşenceyê hatibûn, dan, Midûriyeta Wezareta Polîtîkayên Civakî û Malbatî ya Stenbolê dagir kirin û hatin binçavkirin. Her 9 jin bi îdaya ‘propagandaya rêxistinê kirine’, beyî ku îfadeyê wan bên girtin, dozgeriyê bi daxwaza girtinê sewqî dadgeriya lêpirsînê kir. Jin bi şerta serbestiyê ya bi kontrol a pêvajoya mehekê hatin berdan. Parêzer Sînan Varlik ji ANF’ê re axivî û got ev rewşa ku muvekîlên wî pêre rû bi rû ye, nîşan dide ku zextên li Tirkiyeyê gihiştine kîjan astê.
Parêzer Sînan Varlik destnîşan kir ku ev rewşa ku muvekîlên wî pê re rû bi rû hatine, asta zextên li Tirkiyeyê nîşan dide û wiha got: “Dema mirov li pankarta ku 9 jinan vekiriye, dinêrin tê fêmirin ku endamên partiyekê ne û xwendevanên kovera Rastiya Tirkiyeyê ne. Tevî vê îfadeyê wan nehatine girtin û bi daxwaza girtinê hatine sewqkirin û bi sûcdariya ‘propagandaya rêxistinê kirine’ hatin sûcdarkirin. Muvekîlên min di encama pêkanîna serbestiya bi kontrol de hatin berdan. Ev pêkanînek keyfiye. Encamek çawa jê derdikeve bila derkeve emê şopdarên vê dozê bin.”