CÎK'ê cejna Qurbanê pîroz kir

CÎK'ê bi peyamekê Cejna Qurbanê pîroz kir û got, "Em bang li gelê xwe dikin ku hîn bi xurtî xwedî li bawerî, ziman û nirxên xwe yên civakî derkeve."

Civaka Îslamî ya Kurdistanê (CÎK) bi peyamekê Cejna Qurbanê pîroz kir û got, "Cejna Qurbanê nîşaneya teslîmiyet, sebir û dilsoziya bi Xwedê re ay Hz. Îbrahîm nîşan dide. Di heman demê de deriyê rehmetê ye berpirsyariya mirov a li pêşberî Xwedê û yên hatine afirandin radixe pêş çavan.

Em hêvî dikin ku ev rojên pîroz di serî de ji bo gelê me, ji bo tevahiya alema Îslamê bibe wesîleya xêrê, yekîtî, merhamet û edaletê bi xwe re bîne.

Gelê Kurd di herikîna dîrokê de nirxên xwe yên çandî, civakî û baweriya xwe li gel zext û zordariyê jî parastiye û gihandiye vê astê. Em di wê baweriyê de ne ku li ser bingeha aştî, maf û edaletê, paşeroj wê di nava xwişk û biratiyê û hurmeta ji hev re ya gelan pêk were.

Em bang li gelê xwe dikin ku hîn bi xurtî xwedî li bawerî, ziman û nirxên xwe yên civakî derkeve.

Cejna we ya Qurbanê pîroz be. Bila Xwedayê me van rojan bike wesîleya aramî, rûmet û azadiya gelê me û ummetê."