Davutoglu 'kesên bi ço' dawetî 1’ê Gulanê kir

Serokwezîrê Tirk Ahmet Davutoglu, karkerên girêdayî Turk-Îş’ê li hember karker û kedkarên wê sibe tevlî 1’ê Gulanê bibin sor kir û bang li ‘kesên bi ço’ kir ku dakevin qadan.

Serokwezîrê Tirk Ahmet Davutoglu, karkerên girêdayî Turk-Îş’ê li hember karker û kedkarên wê sibe tevlî 1’ê Gulanê bibin sor kir û bang li ‘kesên bi ço’ kir ku dakevin qadan.

Serokwezîrê Tirk Ahmet Davutoglu, di civîna Sendîkaya Yol-Îş a girêdayî Turk-Îş’ê de der barê 1’ê Gulanê de axivî. Davutoglu bal kişand ser aktîvîteyên wê sibe li Taksîmê pêk bênû got: "Li hember kesên îstîsmar dikin û dixwazin pevçûnan derxin em ê mil bi mil rawestin? Karkeran jî bi tezaruhatan bersiv dan Davutoglu. Davutoglu, karkerên girêdayî Turk-Îş’ê li hember karker û kedkarên wê sibe tevlî 1’ê Gulanê bibin sor kir û got: "Em ê destûr nedin kesên siberojê tarî bikin.” Davutoglu xwest ne tenê hêzên çekdarên fermî yên dewletê, “alîgiriyên xwe yên di destê wan de ço” jî li hember gelê ji bo 1’ê Gulanê derdikeve kolanan wezîfeya xwe pêk bînin.