Stranbêja Kurd Nûdem Dûrak ku sala 2015'an li Şirnexê piştî binçavkirinê hate girtin, ji ber stranên xwe yên bi Kurdî di 2 dozên cuda de bi giştî 19 sal cezayê girtîgehê lê hate birîn.
Piştî girtinê bi dorê li girtîgehên li Amed û Mêrdînê hate ragirtin û herî dawî sewqî Girtîgeha Girtî ya Jinan a bi Tîpa M a Baybûrtê hate kirin. Rewşa tenduristiyê ya Nûdem Dûrak nebaş dibe ku beriya demekê ji Girtîgeha Baybûrtê ber bi Girtîgeha Erzînganê ve hate veguhestin. Nûdem ku bi nexweşiya Graves (Gûatir a bi jehr) û helandina hestî ket, ji bo bê berdan hem li Kurdistanê hem jî li derveyî welat gelek hunermendan kampanya lidar xistin.
Dayika Nûdem Dûrak Hatîce Dûrak qala pirsgirêkên tenduristiyê yên keça xwe û zor û zehmetiyên malbata xwe kir. Hatîce Dûrak anî ziman ku keça wê ji ber dengê xwe hate girtin, lê niha metirsî heye ku dengê wê bi temamî bikeve.
Hatîce Dûrak li ser rewşa dawî ya Nûdem got, "Dema li Baybûrtê bû mehê carekê dibirin Erzîromê nexweşxaneyê. Niha em nizanin bê dibin an na. Herî dawî gava ku çû nexweşxaneyê ji bo emeliyatê israr kirin. Lê belê eger emeliyat bibe wê zerar bigihêje dengê wê. Dema ku doktor qala emeliyatê kir, Nûdem got, 'Ez ji ber dengê xwe hatim girtin. Dengê min bikeve wê tiştek nemîne'. Nikare emeliyat bibe, lê bi derman tê tedawîkirin. Ev rewş jî zêde bandorê nake."
'GELEKÎ KÊM KIRIYE'
Hatîce Dûrak diyar kir ku di dema dermankirinê de keça wê gelekî zehmetî dît, dema ew bir nexweşxaneyê destên wê kelepçe kirin û vê yekê hem ji aliyê fîzîkî hem jî ji aliyê psîkolojîk ve bandoreke giran lê kir.
Hatîce Dûrak got, "Rewşa wê roj bi roj nebaş dibe. Gelekî kêm kiriye. Hestiyên wê jî dihele, nikare bi têrkerî xwarinê bixwe. Porên wê spî bûne. Ya ku li girtîgehê bi serê wê de tê têrê nake, li nexweşxaneyê jî zor û zehmetiyê dibîne."
'HEM EM HEM JÎ NÛDEM ÊŞKENCEYÊ DIBÎNE'
Hatîce Dûrak anî ziman ku ji ber girtîgeh dûrî wan e weke malbat ew gelekî zor û zehmetiyan dikişînin û qezayeke cidî ya trafîkê derbas kirin.
Hatîce Dûrak diyar kir ku hem li wan hem jî li Nûdem êşkence tê kirin û got, "Ji ber ku girtîgehk dûr e, di çûyîna hevdîtinê de em gelekî zehmetiyê dikişînin. Di hevdîtina dawî de weke malbat dema ku em çûn hevdîtinê, me qezayeke cidî ya trafîkê derbas kir. Di rê de em êşkenceyê dikişînin. Dema ku digihêjin girtîgehê jî hevdîtin jî bi hêsanî pêk nayê. Li wir jî gelekî tehdeyê li me dikin."
'DIVÊ DAYIKÊN TIRK JÎ DAXWAZA AŞTIYÊ BIKIN'
Hatîce Dûrak anî ziman ku ne tenê keça wê divê girtiyên nexweş hemû bêne berdan û got, "Nûdem ne li girtîgehê lê li derve divê bê dermankirin. Em bi rengekî erênî nêzî pêvajoya aştiyê dibin, piştgiriyê didin lê belê ji bilî me divê dayikên Tirk jî piştgiriyê bidin. Em naxwazin canê kesî bişewite. Ew dibêjin 'şehîdên me hene', yên me jî hene. Gorên wan hene, lê yên me gor jî nîne. Li gel vê êşê jî em dibêjin aştî. Lê belê ji dewletê, ji gel em bersivekê wernagirin. Şer bi kesî nade qezençkirin. Yekane tişta bide qezençkirin aştî ye. Rijandina vê xwînê tenê bi aştiyê dikare bê rawestandin."
Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), Komeleya Hiqûqnasan a ji bo Azadiyê (OHD) û gelek saziyên parêzvanên mafên mirovan dibêjin, divê Nûdem Dûrak tavilê bê berdan.
PIŞTEVANIYA NAVNETEWEYÎ DEWAM DIKE
Rewşa Nûdem Dûrak ne tenê li Tirkiyeyê, li tevahiya cîhanê jî ji nêz ve tê şopandin. Beriya niha Roger Waters, Angela Davis û Noam Chomsky jî di nav de gelek kesayetan peyamên piştevaniya bi Nûdem re weşandibûn.