Polîsan ji wesayîta Yuksekdag re astengî derxist
Wesayîta Hevseroka Giştî ya HDP’ê Yuksekdag di ketina Amedê de ji aliyê polîsan ve hat rawestandin. Tevî îtîrazan jî polîsan kontrola nasnameyan kir.

Polîsên AKP'ê ji bo xebatên HDP’ê asteng bikin wesayîta Hevseroka Giştî ya HDP’ê Fîgen Yuksekdag rawestandin û kontrola nasnameyan ferz kirin.
Polîsan wesayîta Yuksekdag a ji bo bernameyeke hilbijartinê dihat Amedê rawestandin. Li ser îtîrazan polîs got, “Ez polîsê dewletê me. Di destê min de biryara dadgehê heye”
Polîsên kontrola nasnameyan kirin, paşê xwestin wesayîtê jî kontrol bikin. Lê Yuksekdag û HDP’yiyan destûr nedan. Piştî nîqaşan polîsan destûra çûna wesayîtê dan.
Têkildarî mijarê Şêwirmendê Yuksekdag Sitki Gungor bi rêya Twitter ev agahî da: “Wesayîtên beriya diçûn û yên li pişt me nehatin kontrolkirin, bi nihêrîna li plakaya me ku wesayîta me hat rawestandin îspata keyfiyeta polîsan e." Gungor nêzîkatiya li hember Hevseroka Giştî Yuksekdag rexne kir û got: "Ti keyfiyet wê li hember derbaskirina me ya bendê nebe asteng.”