Trump DYE li welatiyên 12 welatan qedexe kir
Li gorî belgeyeke ku ji aliyê Qesra Spî ve hate weşandin, Donald Trump bi îdîaya 'Parastina welat ji terorîstên biyanî' Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) li welatiyên 12 welatan qedexe kir.
Li gorî belgeyeke ku ji aliyê Qesra Spî ve hate weşandin, Donald Trump bi îdîaya 'Parastina welat ji terorîstên biyanî' Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) li welatiyên 12 welatan qedexe kir.
Biryara qedexeyê wê di 9'ê Hezîranê de bikeve meriyetê. Efganistan, Myanmar, Çad, Komara Kongo, Gîne ya Ekvator, Erître, Haîtî, Îran, Lîbya, Somalî, Sûdan û Yemen dikevin ber vê biryarê. Her wiha 7 welatên din jî wê bêne astengkirin.
Serokê multi milyarder Trump ê muxafazakar îdîa kir ku qedexeya li ser van her 12 welatan ji ber êrîşa li Coloradoyê hate dayin.
Di êrîşa li bajarê Boulderê de kesekî êrîş biribû ser meşa heftane ya ji bo piştevaniya dîlgirtiyên îsraîlê û bombeyên şewatê avêtibû nava beşdaran.
Li gorî Qesra Spî kiryarê gumanbar ê êrîşê bi rengekî 'neqanûnî' li nav xaka Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê bû.